Silêman Ehmed: Tevî ku ez rojnamevanim, PDK nêzîkatiya li terorîstan li min dikir
Rojnamevan Silêman Ehmed derbarê çîroka revandin, girtin û berdana xwe de dibêje “Dema ku PDK’ê ez revandim, gotinên pir nexweş ji min re kirin û ez birim gel DAIŞ’iyan. Tevî ku ez bêsûc bûm jî, lê sûcên mezin ji min re çêkirin. Nêzîkatiya gardiyanên girtîgeha PDK’ê ji min bêhtir ji girtiyên DAIŞ’î re baştir bû. Lewra ez niha dipirsim, gelo çima ez 16 mehan di girtîgehê de mam?”

Rojnamevan û Edîtorê Beşa Erebî yê Ajansa me Rojnews’ê Silêman Ehmed derbarê çîroka revandin, girtin û berdana xwe ya ji aliyê çedarên PDK’ê ve dibêje “Dema ku PDK’ê ez revandim, gotinên pir nexweş ji min re kirin û ez birim gel DAIŞ’iyan. Tevî ku ez bêsûc bûm jî, lê sûcên mezin ji min re çêkirin. Nêzîkatiya gardiyanên girtîgeha PDK’ê ji min bêhtir ji girtiyên DAIŞ’î re baştir bû. Lewra ez niha dipirsim, gelo çima ez 16 mehan di girtîgehê de mam? Her wisa ez bang li rêxistin, sazî û navendên ragihandin û çapemeniyê dikim ku înîsiyatîfekê ji bo kêmkirina binpêkirinên li dijî rojnamevanan û saziyên çapemeniyê li Başûrê Kurdistanê bidin destpêkirin.”
Piştî ku duh rojnamevan û Edîtorê Beşa Erebî yê Ajansa me Rojnews’ê Silêman Ehmed piştî 454 rojan ji girtîgeha PDK’ê hat berdan, ji derbarê çawaniya revandin, girtin, bêmafiya ji aliyê PDK’ê ve li wî hatiye kirin, sûcên çêkirî yên xistibûn ser wî, her wisa nêzîkatiya gardiyanên girtîgeha PDK’ê ya ji wî re û danîna wî li gel girtiyên çeteyên DAIŞ’ê ji ajansa xwe Rojnews’ê re nirxand. Silêman Ehmed di nirxandina xwe de ji bo kêmkirin an jî bidawîbûna binpêkirin û bêmafiyên li Başûrê Kurdistanê bi taybet li herêma di bin serweriya PDK’ê de li dijî rojnamevanan û saziyên çapemeniyê bang li rêxistin, rojnamevan û saziyên çapemeniyê yên Başûrê Kurdistanê dike ku înîsiyatîfekê bidin destpêkirin.
Derbarê revandina xwe ya ji aliyê çekdarên PDK’ê ve hevalê me yê rojnamevan Silêman Ehmed wiha vedibêje; “Piştî ku ji bo tevlî taziyeya bavê xwe bibim, ez çûm Rojavayê Kurdistanê. Dema ku ez ji Rojava vegeriyam, li Deriyê Sêmalka ji aliyê hêzeke çekdar ve ku ne asayiş bû, ne antî-teror bû, ne jî hêzeke ewlekariyê bû, hêzeke çekdar ya girêdayî PDK’ê bû bi awayek çetegerî û mafyagerî ez revandim. Gelek senaryo û plan çêkiribûn ku ji min re gotin ‘emê te bibin geracê û bişînin Silêmaniyê.’ Her çendî ku min dizanî ez hatime revandin û girtin jî, lê piştî ez birim Duhokê dest bi lêpirsîn û lêkolîneke tund kirin. Destên min girêdan û ez li nav wesayîtekê de dirêj kirin, heta nehiştin ez serê xwe jî rakim.
Nêzîkî saet 17:00’an ya 25’ê Cotmeha 2023’yê ezi birim cihekê ku min nedizanî kûdere. Ji ber ku çavên min girtibûn. Ez bi çavên girtî birim beramberî çend kesan û gelek gotinên nexweş ji min re kirin. Wê şevê heta saet 23:00’yê çavên min girtî bûn. Piştre ez birim girtîgeha ‘Hewşik’ ya Duhokê. Min pêşbîniya wê yekê nedikir ku wê min bixin girtîgehê. Ji ber ku ez bi awayek wisa hatibûm revandin, ku ne ji bo girtinê ji bo tiştek din bû. Min ji wan pirsî ku ev der kû dere, ji min re gotin ‘ev der Girtîgeha Heşik’e ku taybet ya terorîstane. Piraniya girtiyên wê girtîgehê çeteyên DAIŞ’ê bûn. Niha jî pir caran ez dipirsim çima ez biribûm cem girtiyên çeteyên DAIŞ’ê. Carên wisa hebûn li heman qawîşê 15 girtiyên DAIŞ’î bûn, şeş girtiyên Kurd. Rewşa girtîgehê jî gelek xirab bû, di aliyê derûnî tenduristî de jî bandorek mezin li ser me çêdikir. Te nedizanî roje yan şeve, ji ber ku 24 saetan ronahî vekirî bûn. Ji aliyê bedenî ve jî, em rastî gelek nexweşî û hesasiyetan dibûn. Me hewl dida ku em dermanan ji derveyî girtîgehê bi pereyên xwe bikirin.
Piştî ku dest bi lêpirsînê kirin, ji min dipirsîn ‘Tu çima hatî Duhokê?’ Min jî ji wan re got, ez nehatime Duhokê, min vîzeya Bexda heye, ezê biçim Bexdayê û karê xwe yê rojnamevaniyê bikim. Destpê bawer nedikirin û ji min re digotin ‘tu terorîstî’. Pişt re digotin ‘Tu hatî li vir teqînan bikî’ yan jî ‘bazirganiya madeyên hişber dikî’. Weke van sûcan, gelek bêbextî û sûcên din yên çêkirî ji min re çêdikirin.”
Silêman Ehmed di vegotina çîroka xwe de îspta dike ku PDK’ê di revandin, girtin li girtîgehê bi tu awayî li gor yasa, zagon, pîvanên mafên rojnamevaniyê nêzîkatî li wî nekiriye û got; “Li Herêma Kurdistanê dema ku rojnamevan tên binçavkirin an jî girtin, li gor yasayê nêzîkatî li wan nayê kirin. Ez rojnamevanim, lê bi yasaya terorê nêzîkî min bûn. Ev yek jî ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê re cihê şermezariyê ye.”
Silêman Ehmed li ser nêzîkatiya hêzên ewlekariyê ya PDK’ê vê dibêje: “Mafê min hebû ku ez pêwîstiyên xwe yên serekî û jiyanî yên li nava zindanê pêk bînim. Vê nedidan min. Gelek carî ji bo biçûkxistinê weke nobedarek nêzîkatî li min dikir. Nimûne; ew DAIŞ’iyên li gel min girtî, kesûkarên wan dihatin serdan dikirin. Pere û alîkarî ji bo wan dianîn. Nêzîkatiyeke cuda ji bo wan nîşan dida.
Têkildarî şêwazê şerê taybet û derûnî ya li ser min piştî sê çar lijneya mafê mirovan hatin. Carek lijneyek hat ji sê kesan pêk dihat, gotin mijara te çiye? Min got mijara min ew e ku ez revandime. Heta niha kes nizane ez li kûderême. Ew saziya Rojnews lê kar dikim bi xwe jî nizanin li kûderê me. Gotin ew hewl didin rêya çareseriyê peyda bikin. Piştre Serokê Lijneya MAfê Mirova a li Diholkê hatin ba min, em axivîn û heman tişt min ji wan re got. Piştre Lijneya Mafê Mirovan ji Hewlêr hatin. Serokê Lijneya Mafê Mirovan a Hewlêrê kak Silêman bû pir bi min re bû alîkar. Sipasiya wî dikim. Min jê xwest ku parêzerek taybet yê min hebe. Bikarin li nava zindanê daxwaza mafê xwe bikim. Ji ber ku girtîme û daxwaza mafê xwe dikim. Çawa ku DAIŞ’iyan mafê xwe hebûm, divê mafê min jî hebe. Ez Kurdim û rojnamevanim, divê nêzîkatiyên asayî li gel min bê kirin. Piştî 7 mehan ne şaşbim parêzer ji bo min hatin. Parêzer Beşdar Hesen bû, pir spasiya wî dikim. Pir ked da dosyaya min. Piştre 31’ê Hezîranê rûniştina yekem a dadgehê ya min hate kirin. Vê carê qet tiştek nehate gotin û hate paşxistin. Rûniştin taloqî 29’ê Tîrmehê bû. Vê carê bi gelek sûc ji bo min hatibûn amadekirin. Ew gotinên di bin êşkenceyê de hatibûn nivîsîn ne yên min bû. Bi taybet dixwestin min bi sîxûriyê sûcdar bikin. Weke ku li nava dezgeheke hikûmetê wêne û dîmen min kişandibe. Bi vê yekê ez sûcdar dikirin. Li nava dadgehê parêzer Beşdar Hesen û Nerîman Ehmed parastina min dikir. Dîsa Lijnehya Mafê Mirovan li nava dadgehê jî amade bû. Li nava dadgehê min parastina xwe kir. Wê demê dadgehê sê sal cezayê girtîgehê li min birî. Min ew mijar hemû red dikir. Piştî du saet û nîv li nava dadgehê, saet 1’ê piştî nîvro ji dadgehê derketim. Piştre Dadgeha Pêdeçûnê ew sûcên li ser min rakir, derewandin. Ez bi vî rengî azad bûm. Parêzeran bi taybet bi pêşengtiya Parêzer Beşdar Hesen kedek mezin dan. Bi keda parêzeran û ragihandinkaran azad bûm. Her roj dezgehên ragihandinê nûçeyên li ser rewşa min çêdikirin. Bi taybet Ajansa Rojnews ANHA, Radyoya Goran.”
Ehmed diyar kir ku ew azad bûye lê dilê wî li gel girtiyane û got: “Ji ber ku hê gelek hevalên me girtîne weke Şêrwan Şêrwanî, Qehreman Şukrî. Hêvîdarim ku ew jî azad bibin.”
Rojnamevan Silêman Ehmed li ser binpêkirinên li ser rojnamevanan jî ev anî ziman. “Li gorî raporên Centera Metro û şehîdkirina rojnamevanan a di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker vê ji bo me diyar dike ku azadiya rojnamevanî û raderbirînê li herêma Kurdistanê di metirsiyê de ye. Ev yek her sala diçe zêdetir dibe. Ev yek hişmendiyeke yek reng û deng nîşan dide. Ji bo wê ye divê dezgehên mafê rojnamevanan û sendîkayên rojnamevanî demildest pêşengtiyê bikin xwedî helwest bin. Ji bo careke din a li bermaberî min û rojnamevanên din tên dawî bibe. Rojamevanî civakê têk nadin, dengê rastiyê ya nava civakê derdixin. Mixabin ne herêm û ne jî Iraq ne xwedî jîngeyeke arame, ji bo rojnamevanan. Rojane binpêkirinên cuda cuda li rojnamevanan tên kirin.”
Agahiya şehîbûna rojnamevan Gulistan Tara, Hêro Bahadîn, Nazim Daştan, Cîhan Bîlgîn û rojnamevanên din bandoreke mezin li ser Silêman Ehmed kir û li ser vê ev nirxandin kir: “Bi hêviya kabîneya 10’ê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi cidî kar li ser karê rojnamevantiyê bike. Ji ber ku metirsiyek cidî li ser karê rojnamevaniyê heye. Daxwaz ji Desteya Mafê Mirovan dikim ku li dûv dosyayên zindaniyan biçin, piştevaniya wan bikin. Ji ber ku gelek kesên bê guneh hatine girtin.
Silêman Ehmed diyar dike ku çima hatiye girtin, sedemê vê çiye, hemû sûcên hatin arastekirin bê bingeh û nerast bûn û vê tine ziman: “Dadgeha pêdeçûnê min azad kir. Niha jî difikirim çima 16 meh hatim girtin.”
Herî dawî Ehmed ev got: “Spasiya hemû kesê dikim ku alîkarî di dosyaya min de kirin. Spasiya hemû kesên ji roja ewil heta azadbûnê li pişt min bûn. Bi taybet spasiya dezgehên medya û tîma parêzeran, lijneya mafê mirovan a herêma Kurdistanê dikim. Bi hêviya ku tu rojnamevan neyên girtin. Hemû ew daneyên sala 2024’an sala 2025’an kêmtir bibin. Hemû kes bigihêjin mafê xwe. Herî dawî spasiya hevkarên xwe yên li Rojnews dikim ku kedeke mezin dan ji bo dosyaya min. Spasiya her kesî dikim.”