Bi wêneyek ji peykê nîşan da ku xwezaya Kurdistanê ji ber êrişên Tirkiyeyê talan dibe

Rêxistinek Hollandî bi rêya wêneyek ku ji peykê (satalayt) kêşaye, metirsiya êriş û bombebaranên dewleta Tirk yên li ser xwezaya Kurdistanê eşkere dike.

Êriş û dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser Başûrê Kurdistanê dewam dike, bi taybet jî dewleta Tirk xwezaya Kurdistanê dike hedef û talan dike.

Rêxistina Aştî ya Hollanî di raporek xwe de behsa ziyanên êriş û bombebaranên dewleta Tirk ya li ser xwezaya Herêma Kurdistanê kir.

Rêxistinê di rapora xwe de radighîne ku êriş û bombebaranên dewleta Tirk yên li ser xaka Herêma Kurdistanê, ziyanek mezin didin xwezaya herêmê.

Di heman raporê de behsa bombebaranên dewleta Tirk yên ser Herêma Kurdistan, daristan, çiyayên Zagros tê kirin û ji ber şewatê jî dibêje, ziyanek mezin bi herêmê ketiye.

Di beşek din ya raporê de tê gotin egera sedî 70’ê yê şewatê ji ber êrişên hewayî û topbaranên dewleta Tirk yên ser herêmê çêbûye.

Show More
Back to top button