‘Êrîşên ser Xanesorê dewama fermanê bû’

Îro salvegera çaremîn a şerê Xanesorê ye.  Bi vê boneyê  jina bi navê Besê ku bi xwe hevjîna Ş. Çiya ye ku ew jî di wê êrîşê de şehîd ketîbu ji ajansa Jinha re axiviye

https://www.youtube.com/watch?v=y2m4xD1_b00&feature=emb_logo

 

Di 3’ê Adara 2017’an de PDK’ê û dewleta tirk a dagirker bi rêka ‘peşmergeyên Roj’ êrîşî Xanesorê kirin û encama wê êrîşê de 10 şervanên YBŞ’ê, zarokên xelkê me şehîd ketin.

Besê bi ferman û serpêhatiya xwe, gihîştiye wê qenaetê ku bi têkoşînê mirov dikare tola şehîdên xwe rake.

Besê ya ji gundê Zomanê wiha qala bûyera 3’ê Adara 2017’an a li Xanesorê dike: “Ez hevjîna şehîd Çiya me. Di fermanê de tenê rêya çiya ji bo me mabû. Me xwest ku di çiyayên xwe de em xwe biparêzin. Gelek jinan zarokên xwe dihiştin û direviyan. Ev bûyer gelek bi me zor û zehmet bû lê bi saya hevalan em ji fermanê xilas bûn. Her wiha berê şer em li Serdeştê bûn lê bi alîkariya hevalan em vegeriyan gundên xwe.

Besê wiha lê zêde kir: “Dema em çûn Xanesorê, me dît ku kozikên xwe yên şer amade kirine, lê ne gel û ne jî şervanên YBŞ’ê nedixwestin şer çêbibe. Her wiha li hemberî ferman û êrîşên li ser jinan me gelek şehîd dane, ji ber vê yekê em xwe bê hêz nakin. Dema êrîş li ser Xanesorê dest pê kir, em li Serdeştê bûn, gel bi girseyî berê xwe da cihê bûyerê.”

Besê behsa çûyîna xwe ya Xanêsorê jî dike û wiha dibêje: “Asayîş û hêza me rê ji bo me vekirin û bi vî awayî em çûn Xanesorê û Sinûne. Lê PDK’ê êrîşî hêzên ku rê li ber me vekiribûn kir, ji ber vê yekê hevalên me Çiya, Çeko û çend kesên din jî şehîd xistin. Her wiha hevalan nedixwestin ku şer derkeve tenê ji bo rê li ber me vekin hatibûn. Lewma di nêrîna me de tu cudahî di navbera Erdoxan û Berzanî de nîn e.”

Besê got ku ev êrîş berdewamiya fermanê bû û wiha domand: “Di dema fermanê de, me neparastin û heta piştî fermanê jî êrîşî me kirin. Her wiha di encama êrîşê de 10 cangoriyên me şehîd ketin. Dema wan sengerên xwe çêdikirin, weke komeke jin me berê xwe da cihê wan, me dît ku ji bo şer xwe amade dikin. Armanca wan tenê ew bû ku dîsa Êzidiyan bixin bin bandora xwe.”

Besê eşkere kir ku li Girzerikê haya Pêşmergeyan ji DAIŞ’ê hebû û wiha got: “Dema şer li Girzerikê çêbû, haya wan ji DAIŞ’ê hebû. Ji me re ew jî ferman e, ji ber ku tê de îxanet hebû, her wiha armanca wan ew bû ku careke din bi komkujiyan qira me bînin. Dixwestin bikevin çiya lê heval û hêza me ya YJŞ û YBŞ’ê sax bin bi saya wan îro em ji bo siberojê bi hêvî ne.”

Besê axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ev çaremîn salvegera şehîdan e. Ez hemû şehîdan bi bîr tînim û bejna xwe li ber wan ditewînim.”

ÇAVKANÎ: VIYAN SEÎD-ŞENGAL-JİNHA

Show More
Back to top button