Şewata li Los Angelesê didome: 10 mirî
Sê rojin şewata li Los Angelesê dewam dike, tê gotin heya niha 10 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Li Los Angelesê ku duyemîn bajarê herî mezin ê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ye, sê roj in şewateke mezin heye. Hejmara miriyan gihîşt 10 kesan.
Agirkuj hîn jî hewl didin şewata li Kalîforniyayê (Li rojavayê DYE’yê) bi taybetî jî li Pacific Palisadesê ku taxeke luks a navdarên Hollywoodê ye, vemirînin.
Ji ber şewatê heta niha qadeke ji 108 kîlometreçargoşeyî şewitî ye ku bi qasî bajarê San Fransico ye. Mal, dikan û dibistan jî di nav de zêdeyî 10 hezar avahî tine bûn, yan jî xisar li wan bû. Ferman hate dayin ku 180 hezar kes ji herêmê bêne veguhestin. Her wiha 1.5 milyon mirov jî bê elektrîk mane.