‘Rapora wan xapandin û derew e’

Xelkê me yên ku li rojavayê kurdistanê dijîn bal kişandin ser propaxandaya derew û dirû ya dewleta tirk li ser herêmê û gotin tiştên ku dezgehên çapemeniya şer yên dewleta tirk belav dike bi temamî derewin û şerê taybet e

 

Pir eşkere li ber çava ye ku artêşa tirk ya dagirker dikeve kîjan herêmê li wir qirkirin, destdirêji, kuştin, revandin û nasname û baweriyê guhartinê ferz dike. Li gel evqas hovîtiya artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê dezgehên çapemeniya tirk jî rojane nuçeyên ku weke ku kêm netewên li Efrînê bi saya wan di aramî û ewlehiyê de dijîn belav dike.

Êzidiyên me yên li Efrînê gotin ku xelkê me ye eli wir di mercên zehmet û bi êş de dijîn û tên neçarkirin ku bibin Misliman.

Malpera TRT World ku bi zimanê înglîzî weşanê dike di 25`ê Sibatê de nivîsek tevî dîmen belav kirîbû û tê de gotîbu ku êzidî berê gelek caran neçar mabûn ku ji Efrînê derkevin û îdia kirin ku “kêmnetewên li wir bi hebûna hêzên Tirkiyê di ewlehiyeke mezin de dijîn.”

Xelkê me ji anha re axivîn û belavkirina nûce û raporên derew şermezar kirin.

Têkildarî mijarê, hevserokê Yekitya Êzidiyan a kantona Efrînê Mistefa Nabo wiha got: “Dezgehên çapemeniyê yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker dibêjin ku êzidiyên li Efrînê beriya dagirkirina bajêr bindest bûn û niha jiyaneke bi rûmet dijîn. Ew dereweke mezin e. Dagirkeran 14 cihên olî teqandin û şûnwarên êzidiyan talan kirin. Her wiha li dijî êzidiyan gelek binpêkirina pêk hatin. Koçberkirina bi hezaran êzidiyan mînaka ber bi çav a wê yekê ye.”

Endama Yekitiya Êzidiyan a kantona Efrînê Orîvan Menan jî diyar kir ku Êzidî her tim rastî hewldanên tunekirinê hatiye û wiha lê zêde kir: “Perestgehên me yên li kantona Efrînê ya dagirkirî hatin kolandin û rûxandin. Ew jî dibêjin ku piştî dagirkirina Efrînê ji aliyê dewleta Tirk ve Êzidî di îstiqrar û ewlehiyê de dijîn. Em hemû dizanin ku gelê me yê li Efrînê mercên zehmet û bi êş dijîn û neçar dibin ku fêrî zimanê tirkî bibin. Her wiha tên neçarkirin ku bibin Misliman, lixwekirina cilên reş li jinan ferz dikin.”

Endamê Yekitiya Êzidiyan a Efrînê Ebdulrehman Şêker jî got: “Dewleta Tirk xaka me dagir kir û dixwaze dagirkeriya xwe rewa bike. Xelkê me neçar dike ku dev ji ola xwe berdin û bibin Misliman. Perestgehên me jî vediguherîne mizgeft.”

Şêkir da zanîn ku dewleta Tirk vê yekê ji xwe re dike bihane “Hemû welatî Misliman in û li Efrînê tu olên din tune ne.” Şêkir got ev yek bi tena sere xwe sûcekî li dijî êzidyan e.

Şêkir bang li civaka navneteweyî kir û wiha got: “Ez nizanim ku rêxistinên mirovî hîna hene li lê na, lê em dixwazin dengê xwe bigihînin hemû cîhanê û em bêjin bese ji we re. Bese ji înkarkirina ola me re.”

ÇAVKANÎ: LÎNDA ŞÊX- ŞEHBA-ANHA

Show More
Back to top button