Rusipî û serokeşîrên Şengalê li ser bandora rewşa Sûriyê li ser Şengalê, civînek lidarxistin

Serok eşîrên Şengalê, rusîpî û oldarên Şengalê, li Şengalê civînek lidarxistin. Di civînê de hemû sazî û dezgehên Şengalê bal kişandin li ser geşêdanên dawî ya Rojava û Suriyê û wiha ragihandin: “Em wek Serok eşîrên Şengalê, banga hevgirtinê li hêzên di nava Şengalê de dikin. Divê li hemberî her cure êrişan hêzên li Şengalê bikevin nav tifaqekê û herêmê biparêzin.”

Têkildarî geşedanên dawî yên li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê, her wiha bandora wê li ser Iraq û Şengalê, serok eşîrên Şengalê, rusipî û oldarên Şengalê civînek lidarxistin. Di civînê de banga yekgirtin û hevgirtinê li hemû hêzên di nava Şengalê de hate kirin.

Ji Çilêgirê Şengalê Mam Şivan di axaftina xwe de bal kişand ser geşêdanên dawî ya li Rojava û Suriyê û got: “Em di nîqaşên xwe de gihîştin encamên girîng. Wek tê zanîn gelê me ye Ezidî ji gelek fermanan re derbas buye, gelê me ji van fermanan gelêk êş û azar kişandiye û ev îro jî berdewame. Em dengê xwe digihijînîn gelê me yê Ezidî, bila gelê me ji dijmin netirsin, keç û xortên Ezîdiyan bi hêza xwe ya leşkerî ve pişt gelê xwe ye. Divê gelê me hemû di nav hevsengiyek de bin, nehêlin destê neyarên derve bikeve nav me. Divê di rewşeke awarte de hûkûmeta Iraqê piştevaniya gelê Şengalê bike.”

Banga xurtkirina hevgirtinê

Ji Xêya Eşîra Şex Şemo li ser geşêdanên Suriyê û Rojava wiha axivî: “Em rewşa dawî ya Rojhita Navîn ji her aliyên ve nirxand. Îro ev ax ji rojevekê xeter re derbas dibe. Ev xeteriyê hem li ser miletê me Ezîdî hem jî li ser Herema Kurdistanê heye. Îro berxwedaniya gelê Rojava dihêle ku gelê Rojava li ser lingan bimîne. Rejîma Suriyê di nava 14 salan de neket lê îro di nav 14 rojan de rûxiya. Ev tişt di nişkave de derneket holê, pişta çeteyan de hêza dewletên din heye û bi wî awayî rejîma Baasê hilweşandin. Bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo îro parastina Rojava tê kirin. Îro li Şengalê jî bi heman felsefê sazî û dezgehên Şengalê, rûsîpiyên Şengalê û gencên Ezîdxanê parêzvaniya axa xwe bike. Em ne Ezîdiyên 2014’an ku dijmin were dest biavêje keç û dayikên me, bibe di sûk û bazaran de bi 50 dolarê bifroşe. Armanca ev kombûna me, divê gelê me destê xwe bidin hev. Îro kes nikare gelê Ezîdî bixapîne û Ezîdî îro xwedî hêzêke cewherîne, berxwedanêne, xwedî şehîdane. Îro em li ser fikir û felsefeyên şehîdan jiyan dikin.

Em ji dewleta Iraqê re dibejin, em her tim amedekariyên êrişên dijminên hov dikin da ku em bikaribin bersiv bidin. Êrişên dijmin çiqas jî bi hêz be kes nikare careke din axa me dagir bike. Em ji dewleta Iraqê re dibêjin, em piştevaniyê we dikin û em jî hêvî dikin dewleta Iraqê destê xiyanetê negre û Şengalê nehêle di nav destê dijminên hov û piştewaniya gelê Ezîdî bike.

Em banga xort û jinên Ezîdiyan dikin, xwe bi çek bikin, şiyar bin û pişta xwe bidin hêza xwe ya cewherî. Bi baweriyek mezin xwe hêz bikin. Îro Asayîşa Ezîdxanê, YBŞ û YJŞ’ê li pişt gelê xwe ye û îro amedekariya gel ya ser erd û bin erd heye. Gelê Ezîdî bi zanebûna hêza xwe ve xwe biparêzin. Em li ser navê Xeya Eşîrê Şengalê ji raya giştî re dibejin bila hemû hêzên Şengalê yekbûna xwe çêbikin û axa Şengalê biparêzin û nehêlin carekê din ferman li ser gelê me were. Wek hemû dinyayê mafê me ye xaka xwe, şeref û namûsa xwe biparêzin.”

‘Pêwîste em xeteriyên li pêş xwe bibînin’

Ji Qebeleya Oldaran Mam Reşo jî ji bo rojevê wiha anî ser ziman: “Pêwîste em xeteriyên li pêş xwe bibînin. Ilim û ol dibeje heger hûn tîfaqa xwe çebikin, hûnê winda nekin. Îro rewş weke 2014’ane, heger hûn tifaq di nav xwe de çebikin dê ev xeterî ji holê rabibe. Em banga xort û jinên Ezîdiyan dikin, rabine ser xer xwe û çiyayê Şengalê biparêzin.”

Herî dawî ji Rûsipiyên Mala Zero Hesên Ebdo bi wan gotinan girîngiya civînê anî ser ziman û wiha got: “Rewşa dawî ya em tedê derbas dibin rewşeke awerteye, çeteyên DAIŞ’ê dixwaze ji wê pêvajoyê sûd werbigre, pêwîste herkes xeteriyê li ser Şengalê bibîne. Ne tenê Şengal heman xeterî li ser hûkûmeta Iraqê jî heye. Ji ber vê yekê divê hûkûmeta Iraqê destê xwe bide gelê Ezîdî û piştevaniya hêzên Ezîdî bike. Em bihevre parastina xaka Şengal û Iraqê bikin.”

Show More
Back to top button