Antony Blinken li paytext Bexdayê bi Sûdanî re civiya

Îro êvarê, Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê gihişte Bexdaya Iraqê û ragihand ku ewê ji bo parastina serweriya Iraqê kar bikin û bi hev re li dijî jinûve serî hildana DAIŞê têkoşîn bikin.

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken bi seredaneke surprîz gihişte Balafirgeha Navnetewî ya Bexdaya. Blinken hevdîtina xwe ya destpêkê bi Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî re pêk anî.

Piştî gihiştina xwe ya Iraqê, Blinken ragihand ku wan rewşa Sûriyê û geşedanên dawiyê li Rojhilata Navîn û Iraqê gotûbêj kirin û got; “Di demekê de ku Sûriye hewl dide qonaxeke nû ber bi demokrasiyê ve bigire û hikûmeteke pirpêkhate ava bike, divê welatên herêmê jî piştgiriya wan bikin.”

Herwiha Blinken diyar kir ku divê ew hewl bidin ku DAIŞ serî raneke û bi hev re rê lê bigirin û got; “Amerîka û Iraq di têkbirina DAIŞ’ê de serkeftinên mezin bi dest xistin. Em bi Iraqê re ji bo parastina serweriya Iraqê kar dikin.

Blinken duh serdana Enqereyê kir û bi Serokomarê dewleta Tirk a dagirker Receb Tayyîb Erdogan re civiya, îro jî bi Wezîrê Karên Derve yê dewleta Tirk a dagirker Hakan Fîdan civiya.

Tê payîn Antony Blinken sibe serdana Ûrdinê bike.

Serdanên ji nîşka ve yê Antony Blinken bo welatên cîranên Sûriyeyê piştî rûxîna rejîma Esad ya Sûriyeyê û kontrolkirina bajarên di bin desthilata rejîma Esad ji aliyê HTŞ’ê ve û xebatên ji bo pêkanîna Sûriyeyeke nû, destpê kirin.

Show More
Back to top button