Kampanyaya alîkariyê ya Şengalê bi tevlîbûneke xurt didome

Rêveberiya Xweser a Şengalê ku pêncê Kanûnê ji bo alîkariya bi koçberên Rojavayê Kurdistanê re kampanyaya alîkariyê dabû destpêkirin, berdewam dike û hemû meclis seferberbûne. Alîkarî wê heya 15’ê mehê kom bibe û derbasê Rojavayê Kurdistanê were kirin.

Komên çete yên ser bi dewleta Tirk 27’ê Mijdarê êrişê Şehba, Tilrifat, Heleb û gelek herêmên din ên dikevin Rojavayê herêma Firatê ên ser bi Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin. Xelkê herêmê tevî koçberên kampa Serdemê ya Şehbayê neçar man ji wir jî koçê herêmên din ên bi ewle yên dibin kontrola Rêveberiya Xweser de bibin. Li gorî çavkaniyên Rêveberiya Xweser bi hezaran koçber gihîştine herêmên cûda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û li benda alîkariyê ne. Di nava koçberên Efrînê de gelek welatiyên Êzidî jî hene.

 

Piştî koçberiya gelê Kurd û civaka Êzidî û welatiyên ji pêkhateyên din ên Sûriyeyê, Rêveberiya Xweser a Şengalê li gel hemû saziyên Şengalê 5’ê Kanûnê kampanyayeke alîkariyê, bi daxuyaniyeke çapemeniyê ragihand.

Meclisa Gel a Xanesorê tevî hemû saziyan dest bi komkirina alîkariyê kirine. Gel alîkariya ji bo koçberan tînin, teslîmê meclisa gel dikin. Ji ber şert û mercên zivistanê piraniya nivên ku di navê de bataniye, doşek, balîf, cil û berg û pêwîstiyên nava malê li nava meclisan de hatiye komkirin.

Li gorî agahiyên endamên meclisa gel a Xanesorê wê komkirina alîkariyê heya 15’ê deawm bike û paşê jî wê bi komî di deriyê sînor re derbasê Rojavayê Kurdistanê were kirin.

Li gorî agahiyên meclisên gel ji mirovên hejar heya yên rewşa xwe ya madî baş herkes seferberbûne û gelek malbat cilên zarokên xwe weke alîkarî bexşîne.

Hêjayî bibîrxistinê ye hejmareke diyar a Êzidiyên Şengalê jî hîn nû ji koçberiyê vegeriyane û rewşa wan ya madî jî pir baş nîne, lê tevî vê yekê jî ji zarokan bigire heya kesên bi temen herkes ji bo Rojava seferber bûye.

Di 27’ê Mijdarê de çeteyên dewleta tirk a dagirker êrîş bir ser Şehba ya Rojavayê Kurdistanê. Ji ber vê êrîşê koçberên Efrînê ku li vê herêma diman neçar bûn carekî din koçber bibin û li herêmên Rêvberiya xweser ya Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê xwe bicih kirin. Her wiha ji Til Rifat û herêmên cûda jî bi sedhezaran kes ji ber êrîşên çeteyên dewleta Tirk a dagirker koçber bûn û berê xwe dan cihên ewle yên di bin parastina Rêveberiya Xweser de.

Show More
Back to top button