‘Dewleta Tirk dixwaze Kerkûk û Musilê jî mîna Helebê dagir bike’
Êrişên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê berdewame. Şirovekarê Siyasî Seîd Bedrî jî li ser armanca êrişan got: “Erdogan hîna jî dixwaze xewna xwe ya împaratoriya Osmanî zindî bike, ji ber wê dixwaze mîna Helebê Musil û Kerkûkê jî dagir bike.”
Şirovekarê Siyasî Seîd Bedrî di derbarê plan û armanca êrişên dewleta Tirk ên li ser xaka Başûrê Kurdistan û Iraqê de ji ajansa me re axivî.
Seîd Bedrî diyarkir ku Erdogan hîna jî dixwaze xewna xwe ya împaratoriya Osmanî zindî bike û got: “Dixwaze xewna xwe ya împaratoriya Osmanî zindî bike, ji bo vê çendê jî îxwaniyan, hin kom, rêxistin û welatan bikartîne. Hevpeymanên wan li Iraq û cîhana îslamî de dixwaze vê armanca dewleta Tirk bicih bîne.”
Di dewamê de Seîd Bedrî diyarkir ku tişta li Suriyeyê rû da beşek bû ji vê planê û got: “Çawan ku Musil û Kerkûkê wek beşek ji xaka xwe dibînin, wisan dixwazin Helebê jî vegerînin ser xaka Tirkiyeyê.”
Bedrî destnîşankir ku dewleta Tirk bi van planên xwe dixwaze xeyalên Kurdan ên dewleteke Kurdî ya li Iraq, Suriye û Tirkiyeyê asteng bike.
Di dawiyê de jî Seîd Bedrî diyarkir ku dewleta Tirk dixwaze bi êrişên li ser xaka Iraq û Herêma Kurdistanê Musil û Kerkûkê jî mîna Helebê dagir bike.