Li Eyn Îsayê komkujî: Dewleta Tirk 12 kes qetil kir
Dewleta Tirk a dagirker li Eyn Îsayê komkujiyek mezin pêk anî, di êrişa dewleta dagirker de piranya wan jin û zarok, 12 hatin qetil kirin.
Li gorî ajansa ANHA’yê duh balafireke bê mirov a bi çek a dewleta Tirk a dagirker di saet 23:00ˈyan de gundê Misterîha yê rojavayê bajarê Eyn Îsayê bombebaran kir.
Li gorî heman çavkaniyê, cihê hatiye bombebaran kirin malên welatiyane û di encamê de 12 kesên ku di nava wan de zarok, jin û kesên temen mezin jî hene, hatine qetilkirin.