Îbrahîm Serac: Tirkiye wê hewl bide çeteyan li Iraqê kom bike

Şîrovekarê siyasî Îbrahîm Serac ji ber egera hewldanên veguhestina çeteyên dewleta Tirk a ji bo Musil û dubarebûna senaryoya Suriye ya li Iraqê hişyarî da.

Şîrovekarê siyasî Îbrahîm Serac derbarê hewldanên dewleta Tirk a dagirker ya ji bo veguhestina çeteyên Suriye ya ji bo Iraqê, ji ajansa me re axivî.

Îbrahîm Serac ji ber ku veguhestina çeteyan ji bo Musil û dubarebûna senaryoya ruxîna Beşar Esad ya li Iraqê hişyarî da û got; “Tirkiye nikare Musil dagir bike, lê yek ji senaryoyan ewe ku Eneqere komên terorîst weke li Idlib û Helebê, li Iraqê kom bike. Tirkiye nikare Musil dagir nake, ji ber ku hêzên Iraqî liwir hene û hertişt li ber dest wane. Ji bo vê dibe ku Tirkiye mijara terorê weke ya sala 2014’an vegerîne. Raste Tirkiye li Iraqê xwedî baregehên leşkeriye û hezaran leşker tê de hene, lê mijara dubarebûna senaryoya Heleb li Musilê dur dibîne.”

Hêjayî gotinê îro danê siharê patyexta Suriye Şam kete destê komên çekdar û li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê jî rewşa awarte hate ragihandin.

Show More
Back to top button