‘Em kêfxweş in ku vegeriyan ser axa xwe’

Li ser vegera Şengalê jinên Şengalê ku vegeriyane ji jinnews re axivîne. Jinên ku ji ajansê re axivîne tînin ser ziman ku ew gelekî kêfxweş in ku vegeriyane ser axa xwe û wiha dibêjin:"Beriya fermanê jiyana gundê me xweştir bû. Niha em  kêfxweş in ku vegeriyan ser axa xwe"

Rûxmê hemû astengî û hewildanên dijminane xelkê me berê xwe dide warê bav û kalan û cardin ji nûve Şengala zêrîn şîn dike.

Piştî êrişên DAÎŞ’ê yên li ser Şengalê bi hezaran kes koçber bûn û hatin qetilkirin, revandin, îşkencekirin. Gelek şêniyên me hîn jî li kampan dimînin. Jinên Gundê Tilqesepê yê Şengalê yên ji kampan û cihên cuda vegeriyan ser axa xwe kêfxweşiya xwe anîn ziman.

Meyrem Hisen a ji Gundê Tilqesepê li ser jiyana gund û vegera xwe nerînên xwe wiha anî ziman:”Em îro gelek kêfxweş in ku li ser ax û warên xwe ne. Ev bû 3 heyv ku em vegeriyane gundê xwe. Em axa xwe bixwin jî ji bo me baştir e. Şûna em li ser axa hinekî din bijîn, em li ser axa xwe bin baştir e. Di fermanê de ji bo em nekevin destên DAÎŞ’e û ol û baweriya xwe biparezin me cih û warên xwe berda. Em çûn aliyê Sûriyeyê û piştî wê jî em derbasî Başûrê Kurdistanê bûn. Me dixwest ku em beriya niha vegerin ser axa xwe. Lê me nedikarî vegerin. Em niha bi vegera gund û axa xwe gelek kefxweş in. Em bi çiya û axa xwe hene.  Axa me rûmeta me ye.”

Gulê Mirad jî hestên xwe yên vegera warê xwe ji ajansê re wiha tîne ziman:” Em gelek kêfxweş in ku em careke din vegeriyan ser axa xwe. Kêfxweşiya me ew e ku em ser axa xwe bijîn. Helbet beriya fermanê ji niha xweştir bû. Em hemû li gel hev bûn. Hejmara mirovên gundên me ji niha zêdetir bû. Em heta niha li kampan dijiyan. Lê îro em ser axa xwe ne û kêfxweş in. Herî dawî me dît ku gelê me hemû vedigerin ser axa xwe, me jî biryar da ku em jî vegerin ser axa xwe. Careke din dijmin bê çi dibe bila bibe em terka axa xwe nakin. Çi dibe bila bibe em ê li ser axa xwe bimirin lê terka axa xwe nakin. Em gelek kêfxweş in ku li ser axa xwe dijîn. Hêviya me ew e ku hemû gelê me yê li kampan vegerin ser axa xwe.”

Ji Gundê Tilqesepê Feyziya Ehmed jî li ser jiyana xwe ya gund ev gotin bi lêv kir:”Em xelkê Gundê Tilqesepê ne. Beriya fermanê jî ev gundê me bû. Tevî fermana herî giran me jiyan kir lê em dîsa jî baweriya xwe bi ax û warê xwe tinîn. Ji ber baweriya me bi axa me hat em careke din vegeriyan ser cîh û warên xwe. Jiyana me li vir zehmet e. Ne kehrebe heye ne jî av. Di van aliyan de zehmetiya me heye. Pewîstiyên me ji tiştên jiyanê heye. Hikumeta Iraqê ji bo me û avakirina Şengalê tiştekî nake. Di fermanê de jî xwedî li me derneketin û em jî ji fermaneke giran derbas bûn. Îro jî ji bo avakirina Şengalê tiştekî nake. Heger şervanên azadiyê yên PKK nebûya yek jî ji me ji vê fermanê xelas nedibûn. Îro em vegeriyan ser axa xwe û em hêvîdarin ku gelê me yên li kampan jî vegerin ser cîh û warên xwe. Em weke Ezidî careke din bi hev re li ser vê axê bijîn. Pewîstiya zarokên me bi dibistanê jî heye. Pewîstî ji bo zarok û xelkên Şengalê ji alikariyê heye.”

ÇAVKANÎ: JİNNEWS

Show More
Back to top button