Viyan Hebabî: Em rê nadin fermana 2014’an dûbare bibe

Endama Fermandariya YJŞ’ê Viyan Hebabî li ser êrişên nû yên dijî Sûriyeyê û bi taybet jî êrişên dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku ew amade ne li gel şervanên Rojavayê Kurdistanê di eniyên berxwedanê de cih bigirin û got: “Ev êriş wê tenê bi Sûriyeyê re sînordar nemîne, dê Iraqê jî bide ber xwe, lê emê nehêlin gelê me 2014’eyek din jiyan bike. Emê bi hev re li dijî van çeteyên hov rawestin.’

Ji 27’ê Mijdarê ve çeteyên dewleta Tirk an dagirker ji bo pêkanîna xeyalên Osmaniyan yên nû û ji holê rakirina destkeftiyên gelan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêleke nû ya êrişên dagirkerî û qirkirinê daye destpêkirin. Hêzên rejîma Esad ku bajarên Sûriyeyê bêy berxwedanek bidin nîşan ji çeteyan re vala dikin, hiştiye gelên li Sûriyeyê rûberûyê qirkirinê bên. Çeteyên dewleta Tirk jî bi hevkarî û hevalbendiya hêzên navnetewî herêmê dane ber xwe û dixwazin hemû herêmê bigirin. Ji ber Şengal hev sînorê Rojavayê Kurdistanê ye û herêmeke stratejike, dîsa yek ji qurbaniyên herî mezin ên çeteyên DAIŞ’ê ye bi van êrişên nû yên çeteyan re rûberûyê metirsiyeke nû ye.

Endama Fermandariya Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) Viyan Hebabî, derbarê êrişên dawî yên li Rojavayê Kurdistanê û şerê li Sûriyeyê de ji ajansa me re axivî. Hebabî hem piştgiriya xwe ya ji bo hêzên Rojavayê Kurdistanê ragihand, hem jî amadebaşiya ji bo êrişeke muhtemel a dijî Şengalê eşkere kir.

 

‘Li pişt êrişên dijî Rojava tifaq û peyman hene’

Fermandara YJŞ’ê Viyan Hebabî destpêkê berxwedana gelê Rojava û şervanên wê ya beramber êrişên qirkirinê silav kir û wiha axivî: “Em xwe ji êrişên dijî Rojavayê Kurdistanê pêk tên, dûr nabînin. 2014’an DAIŞ’ê bi awayeke hovane êrişê gelê me yê Êzidî kir, niha jî bi naveke din êrişê Rojava dike. Herkes dizane gelê Rojava ti carî teslimiyet û binkeftinê qebûl nake û bi hêsanî ne gihîşt van rojan. Gelê me tevî hêzên xwe yên YPJ, YPG û QSD’ê bi berxwedaniyeke destanî êrişên DAIŞ’ê yên hovane têk bir.  Ev berxwedanî ji bo tevahî gelên bindest bû mînaka berxwedana serdemê. Êrişên îro pêşdikevin di carekî de rû nedaye, di encama li hevkirin û tifaqekî de pêkhatiye. Armanca êrişan têkbirina îradeya gelê me yê Rojava ye.”

Viyan Hebabî li ser daxuyaniyên saziyên mafê mirovan û dewletên bertek nîşanê êrişan didin jî got: “Gelek dewlet û saziyên bi navê ‘mafê mirovan’, têkidarî rewşê daxuyaniyê didin û îşaret bi metirsiya vegera DAIŞ’ê dikin. Lê divê were zanîn tenê anîna ziman têrê nake. Pêwîstî bi helwesteke xurt li dijî çeteyan û dewleta Tirk ku li pişt çeteyan disekine hebe. Divê were zanîn ev êriş wê tene bi Sûriye û Rojavayê Kurdistanê re sînordar nemîne, Iraq û heta Tirkiye yê jî bandor bike bide ber xwe.”

‘Ya duh li Şengalê rû da, niha li Şehbayê dûbare dibe’

Fermandar Viyan Hebabî da zanîn êriş dibin navê ‘Îslamê’ de werin kirin jî, lê di tu ol û baweriyan de qirkirina gelan ne hatiye helal kirin û wiha axaftina xwe domand: “Bawerî li ser rijandina xwînê çênebûye. Lê çeteyên dewleta Tirk ên wek Tehrîr El Şam (Cephet El-Nûsra) û DAIŞ û komên din, dibin navê ‘îslamiyetê’ de qetilkrina gelên azadîxwaz ji xwere helal kirine. Ji derveyî qirkirinê ti tiştek din di bîrdoziya wan de nîne. Tişta 2024’an li Şengalê rû da, îro li Şehba û Rojavayê Kurdistanê rû dide. Di navbera zihniyeta îro û duh de ti ferqek nîne. Hişmendî heman hişmendiya dewleta Tirk a bi serokatiya Erdogan û Osmaniya ne. Dewletên alîkariyê didin van êrişên dewleta Tirk berpirsin ji vê rewşa rû dide.”

‘Em ji berxwedana hevpar re amade ne’

Endama Fermandariya YJŞ’ê Viyan Hebabî da zanîn ew amadene mil bi milê hêzên parastina Rojavayê Kudistanê li dijî çeteyên dewleta Tirk berxwe bidin û vê peyamê da: “Em wek YJŞ’ê didin diyarkirin ku em her tim amadene li rex YPJ, YPG û QSD’ê di heman sengeran de cih bigirin û li ber xwe bidin, ji ber em deyndarê wan in! Dema di 2014’an de êriş li ser me çêbû, herî zêde Rojavayê Kurdistanê destê alîkariyê dirêjî Êzidiyan kir. Em îro amade ne li gel hêzên Rojavayê Kurdistanê li hember çeteyên dewleta dagirker ya Tirk bisekinin û berxwedanê mezin bikin. Divê em weke Şengal xwedî li Rojavayê Kurdistanê derbikevin û li rex wan bisekinin. Ji ber herî zêde em êşên ew dijîn, ji dil de hîs dikin. Ez bang dikim gelê me yê Ezidî, xort û jinên ciwanên Ezidî ji bîr nekin ku 2014’an de çawa ku gelê Rojava li gel Şengal bû, îro jî pêwîste Şengal li gel Rojava û hêzên wê yên parastinê be.”

‘Hesabên mezin li ser Iraqê jî hene’

Viyan Hebabî peymanên metirsîdar ên hikûmeta Mihemed Şiya Sûdanî li gel dewleta Tirk a dagirker îmze kiriye jî bibîrxist û van hişyariyan da: “Divê hikûmeta Sûdanî bizane piştî Sûriyeyê dor tê Iraqê. Çeteyên dewleta Tirk li Sûriyeyê serbikevin jî sernekevin jî wê berê xwe bidin Iraqê. Ji ber vêya divê hikûmeta Sûdanî ew tifaqên ku li gel dewleta Tirk li ser axa Iraqê îmze kiriye di berçavan re derbas bike, ji ber hesabên mezin li ser axa Iraqê heye, divê hişyar be.”

‘Emê nehêlin 2014’ek din li Şengalê dûbare bibe’

Endama Fermandariya YJŞ’ê Viyan Hebabî dazanîn ewê rê nedin bûyerên 3’yê Tebaxê li Şengalê dûbare bibin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em wek YJŞ û YBŞ’ê careke din tînin ziman ku emê gelê xwe biparêzin û rê nedin zilm li gelê me were kirin. Em hemû xwe feda bikin jî, emê civaka xwe ji êrişan biparêzin. Em rê nadin fermana 2014’an dubare bibe. Xort û jinên ciwan ên Ezidî û tevahî gelê me divê li dora hêzên xwe yên YJŞ û YBŞ’ê kom bibin, li dijî êrişan di nava berxwedanê de cih bigirin.”

Show More
Back to top button