Hêzên hikûmeta Şamê ji Hemayê jî vekişiyan

Hêzên hikûmeta Şamê ragihand ku ji bajarê Hemayê vekişiyane.

Fermandariya Giştî ya Artêş û Hêzên Çekdar yên hikûmeta Şamê bi daxuyaniyekê vekişandina xwe ji bajarê Hemayê ragihand.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Ji bo parastina sivîlên me yên li bajarê Hemayê yekîneyên leşkerî yên li bajêr xwe li derveyî bajêr jinûve bicih kirin.”

Bi vê yekê bajarê Hemayê jî dikeve bin kontrola Heyet Tehrîr El Şam.

Show More
Back to top button