Rêveberiya Xweser a Şengalê ji bo Rojava sindoqa alîkariyê danî

Rêveberiya Xweser a Şengalê bi daxuyaniyekê ragihand ku ji bo alîkarîya bi gelê Rojava re sindoqa alîkariyê hatiye danîn û banga alîkariyê li hemû gelê Şengalê hate kirin.

Rêveberiya Xweser a Şengalê ji bo piştgiriya bi gelê Rojavayê Kurdistanê re li çerxerêya Sinûnê daxuyaniya çapemeniyê da. Sazî û dezgehên Rêveberiy Xweser, TAJÊ, tevgera ciwanan jî di nav de gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Rêveberiya Xweser a Şengalê ji bo piştgiriya gelê Rojava sindoqa alîkariyê daniye û banga alîkariyê li hemû gele Şengalê hate kirin.

‘Ji bo Rojava sindoqa alîkariyê hate danîn’

Daxuyanî ji aliyê Hevserokê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) Nayîf Şemo ve hate xwendin. Nayîf Şemo diyar kir ku ew bi her awayî piştgiriya gele Rojavayê Kurdistanê dikin û wiha berdewam kir: ‘’Em êrîşên çeteyên terorîst ên bi ser dewleta tirk ve rûreş dikin. Em bi dil û can bi gelê xwe yê Rojava re ne. Em jî weke Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê, me ji gelê xwe re sindoqa alîkariyê daniye. Kê bixwaze dikare bi reya vê sindoqê alîkarî ji bo Rojava bike. Her wiha em bang li hemû Êzidiyên li Ewrûpayê, Emerîkayê, Şengalê dikin em dawet dikin ji bo alîkariya gelê me yê Rojava’’

‘Li hemberî her êrîşê Şengal wê parastina xwe bike’

Hevserokê MXDŞ’ê her wiha anî ziman ku dil û deriyên şengalê ji Gelê Rojava re vekiriye û daxuyanî wiha temam kir: ‘’Em dibêjin Şengal Rojava ye, Rojava Şengal e. Em ti carî qenciya gele xwe yê Rojava ji bîr nakin. Her wiha em daxwaz ji hikumeta Iraqê jî dikin da ku destê alîkariyê ji gele Rojava re dirêj bike. Her wiha em dibêjin, li hemberî her êrîşekî li ser Şengalê, wê dijmin me li pêşberî xwe bibîne.’’

‘Her gundek dikare sindoqek deyne’

Yek ji kesên tevlî daxuyaniyê bû, Midûr Nahiya Sinûnê Xwedêda Çûkê jî destnîşankir ku îro roj gelê Rojava ji ber êrîşên çeteyan di tengasiyê de ye û wiha axivî: ‘’Gelê me yê Şengalê pêwîst e alîkariya gele me yê Rojava bike. Herkes dizane ka di 3.8.2014’an de gelê Rojava çawa malên xwe ji me re vekirin. Dîsa bi sedan şehîd dan di oxira parastina Şengalê de. Îro pêdiviya gele me yê Rojava bi alîkariyê heye. Gelê me dikare li her gundekî sindoqek deyne û alîkarî kom bike.’’

‘Pêwîst e Şengal amadekariya parastina xwe bike’

Xwedêda Çûkê her wiha derbarê xeteriyên li Iraqê û bi taybet jî Şengalê banga hişyarbûne li civaka Êzidî kir û got: ‘’Bila gele me yê Şengalê hişyar be, îro xeterî li ser me hemûyan heye. Pêwîst e Êzidî jî li hev kom bibin û amadekariya parastina xwe bikin. Pêwîst e gelê me netirse û xwedî îrade be. Îro roj pêwîst bû parlemenên me, Meclîsa Rûhanî, Mala Mîr li Rojava bûna. Lê mixabin yek jî pê ve ranebûn.’’

Daxuyanî bi dirûşmeyên ‘Bijî berxwedana Rojava’, ‘Bijî berxwedana YPG’ bi dawî bû.

Show More
Back to top button