Serokê Desteya Heşda Şebî li Musilê ye

Serokê Desteya Heşda Şebî Falih Feyaz li gel hejmarek kesayetên navdar ên Heşda Şebî serdana parêzgeha Mûsilê kir û çavdêriya navçeyên operasyonê kir û pêşhatên li navçeyên ewlehiyê lêkolîn kir.

Hate ragihandin ku Serokê Desteya Heşda Şebî Falih Feyaz li gel hejmarek kesayetên navdar ên Heşda Şebî serdana parêzgeha Mûsilê kir.

Waliyê Mûsilê Ebdulqadir Dahil, bi beşdariya Serokê Desteya Heşda Şebî Falih Feyaz û şandeya li gel, civînek berfireh a ewlehiyê li darxist û geşedanên li ser sînorê Iraq û Sûriyeyê guftugokirin.

Beşdarên civînê tekezîkirin ku divê di asta bilind de di nav hêzên ewlekariyê de koordînasyonek were avakirin û hêza leşkerî ya li ser sînorê Sûriyeyê giştî were bihêzkirin.

Beriya niha hêzên Heşda Şebî ji bo ewlekariya sînor, hêzên xwe zêdekiribûn, Serokê Desteya Heşda Şebî Falih Feyaz li Mûsilê navçeyên operasyonê lêkolîn û çavdêrî kir.

Cîgirê Berpirsê Fermandeya Operasyonên Mûsilê Salih Ezîz got: “Sînorê li gel Sûriyeyê bi temamî me xistine bin ewlekariyê de. Li ser sînor 6 yekîneyên taybet ji bo ku piştgiriyê bidin leşkerên ser sînor, bi temamî amadene. Bi taybet parastina herêma ji Geliyê Cecîc heta sînorên parêzgeha Enbarê yekane karê pêşîne.”

Her wiha bi daxuyaniyek din hate ragihandin ku Falih Feyaz li Mûsilê ji aliyê rayedarên ewlehiyê ve hatiye pêşwazîkirin û derbarê çawaniya pêkanîna erkên ewlehiyê de hatiye agahdarkirin.

Hêjayî gotinêye ku Iraq, geşedanên di rojên dawî de li Sûriyeyê diqewimîn, li ser ewlekariya welatê xwe metirsî dibîne û ji ber wê ketiye nava lîv û tevgerek leşkerî de ku bi fikare ku ev yek bandorê li Iraqê jî bike.

Tê payîn îro Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî, ji bo agahî girtina ji rewşa leşkerî û ewlehiyê, beşdarî civîna Parlamentoya Iraqê bibe.

Show More
Back to top button