Xelkê Şengalê: Rojava û Şengal mîna tiliyên destekî ne!
Piştgiriya xelkê Şengalê ya ji bo berxwedana Rojava ya li dijî êrişên çeteyên dewleta Tirk dewam dike, endamên saziyên Rêveberiya Xweser diyar kirin ku Şengal û Rojava mîna tiliyên destekî ne û gotin: “Komployeke dewletan li ser Rojava heye. Eger em weke Şengal xwedî li Rojava dernekevin, wê sibe dor were me jî.”
Gelê Şengalê ji dema êriş dijî herêmên Xweser yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destpêkiriye heya niha, peyamên piştgiriyê radigihînin û çalakî li dardixin.
Endamên meclîs û saziyên Şengalê yên duh tevlî meşa dijî êrişên li ser Rojava bûn, ji ajansa me re axivîn û piştgiriya xwe ragihandin.
‘Em pişta xwe bidin hêza xwe’
Endama Meclîsa Gel a Komelgeha Borikê Tewrê Hesen dazanîn ku ewê li beramber ti êrişekî serî ne tewînin û piştgiriya xwe ya ji bo berxwedana Rojavayê Kurdistanê ragihandin.
Tewrê Hesen ji bo Şengalê jî hinek hişyariyan kir û got: “Hêzeke me ya mezin heye, em qebûl nakin tu kes bikeve Şengalê. Pêşmerge di dema fermanê de vir vala kir û çû, eger gerîla bi me ve ne hatiba niha em di destê DAIŞ’ê de bûn. Êzidiyên li Başîka û Behzanê jî ji xwe ditirsin. Lê em Êzidî jî ne kêmin û divê rabin ser xwe. Divê Êzidî pişta xwe bi hêza Iraqê germ nekin, hêza me besî me ye, divê em piştgiriya hêzên xwe bikin.”
‘Emê bi berxwedanê piştgiriya Rojava bikin’
Endamê Meclîsa Gel a Şengalê Xêro Qasim jî dazanîn xeteriyeke mezin li ser Rojava heye û got: “Di warê madî û manewî de çi lazim be, em amade ne pêşkêşê Rojava bikin. Eger ev sînor di navbera me û Rojava de neba, niha bi hezaran kes derbasê Rojava bûya û piştgirî da ba gelê me yê Rojava. Rojava û Şengal mîna tiliyên destekî ne. 2014’an gelê me yê Rojava bi hawara me ve hat û alîkarî da me, niha em jî amade ne bi her şêwazek piştgiriya wan bikin. Em ê bi berxwedanê jî piştgiriya gelê xwe bikin.”
‘Komployeke dewletan li dijî Rojava heye’
Hevseroka Meclîsa Gel a Şengalê Dayê Emşê Korkorkî jî, êrişên dijî Rojava weke êrişên dewleta Tirk û hêzên navnetewî bi nav kir û got: “Em li gel gelê xwe yê Rojava ne. Ev êriş ji aliyê dewleta Tirk û Îsraîlê ve li dijî wan çêdibe. Niha komployeke dewletan li ser Rojava heye, eger em îro piştgiriya Rojava nekin, wê sibe dor were me jî. Bang li xelkê me yê Şengalê jî dikim, bi çalakiyên xwe piştgiriyê bidin Rojava. Eger were xwestin em amade ne heya Rojava biçin û tevlî berxwedanê bibin. Em û ew li ser heman fikrê Rêber Apo ne. Eger ne ji fikrê Rêber Apo bûya, me yê îro nekarîba meş ji bo Rojava li dar bixin û piştgiriya wan bikin. Çi ji me were xwestin, em jî weke dayîkên Şengalê amade ne.”