Serokeşîr û eşîrên Şengalê piştgiriya xwe ji bo YBŞ’ê ragihandin

Desteya Eşayîrî ya Şengalê ku ji serokeşîrên Êzidî pêk tê, bi daxuyaniyekî eşkere kirin ku rewşa ew bûyerên li Sûriyeyê ji nêz ve dişopînin û diyar kirin, ew weke Desteya Eşayîrî ya Şengalê li gel hemû pêkhate û eşîrên xwe piştgiriyê didin hêzên parastinê yên Şengalê û bi taybet jî YBŞ’ê ku di parastina herêmê de roleke girîng dileyîze.

Dewleta Tirk a dagirker ku bermahiyên DAIŞ’ê careke din kom kir û berê wan da ser herêmên

Xweser ên Bakur û Rojhilatê Sûriye yê, li Şengalê rastî nerazîbûneke cidî ya Êzidiyan hat. Civaka Êzidî ya di fermanê re derbasbûye ji vê rewşa li sînorê wan rû dide nîgeranin û ji bo vêya jî xwe li beramber her cûre êrişê amade dikin.

Piştî Rêveberiya Xweser a Şengalê û YBŞ’ê, daxuyaniyek girîng jî ji Desteya Eşayîrî ya Şengalê hat ku nûnerên piraniya eşîrên Şengalê tê de cih digirin.

Daxuyanî ji aliyê Serokê Desteya Eşayîrî ya Şengalê Dexîl Mirad ve hate xwendin û hate gotin, ew bi navê hemû endamên Desteya Eşayîrî, li gel hemû pêkhate û eşîrên xwe daxuyaniyeke hevpar têkildarî geşedanên li Sûriyeyê de didin.

‘Bûyerên li Sûriyeyê rû didin wê bi xwere îstîqrar û aramiyê neyê ne’

Dexîl Mirad di daxuyaniyê de balkêşa ser êrişên li Sûriyeyê û bandora wê ya muhtemel a li ser Şengalê û wiha got: ‘Em weke Desteya Eşayîrî ya Şengalê bûyerên li herêmê rû didin û bilez pêşdikevin, girîng dibînin û ji nêz ve dişopînin. Ev bûyerên ku rû didin ji bo herêmê wê ne îstîqrar ne jî aramiyê bîne.’

‘Em li gel YBŞ’ê ne’

Dexîl Mirad dazanîn ew li gel hemû eşîr û pêkhateyên xwe di serî de YBŞ, piştgiriyê didin hemû hêzên ku di parastina Şengalê de rol dilîzin û wiha axivî: ‘Em hemû Endamên Desteya Eşayîrî û eşîrên xwe ji vir radigihînin ku piştgirî didin hemû hêzên parastina şengalê û bi taybet jî Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) k udi aşitiya herêmê de rol dilîze, parastina gel, ax û sînorên me dike.’

Daxuyanî bi gotina, ‘Bijî Iraqa bi hemû pêkhateyên xwe heye’.

Show More
Back to top button