Iraqê ji bo piştgiriya hikûmeta Şamê hêz şand
Piştî ku li Suriyeyê çeteyên girêdayî dewleta Tirk Heleb û gelek deverên din ji dest hêzên hikûmeta Şamê derxist, îro ji Iraqê karwanek ji Heşda Şebî ji bo piştgiriya hêzên hikûmeta Şamê derbazî nava xaka Suriyeyê bûn.
Li gor hin dîmenên ku li ser medya dijîtal hatine belavkirin, îro hikûmeta Iraqê karwanek ji hêzên Heşda Şebî ji bo piştgiriya hêzên hikûmeta Şamê şand nava xaka Suriyeyê.
Şandina vê hêza ji bo piştgiriya hêzên hikûmeta Şamê di demek de ye ku ji 27’ê Mijdarê ve hêzên Heyet Tehrîr Şam (HTŞ-El Nusraya berê) û komên çete yên girêdayî dewleta Tirk êrişek berfireh li dijî parêzgeha Idlib û Helebê dan destpêkirin. Di nava çar rojan de hêzên hikûmeta Şamê şikestin û bêy ku berxwedanî bikin, Heleb ket dibin kontrola hêzên paramilîter ên girêdayî dewleta Tirk de.
Piştî vê yekê duh bi şev Serokê rejîma Suriyeyê Beşar Esed bi rêya telefonê li gel Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî axivî. Di peywendiya telefonî de Sudanî ji Esed re ragihand ku ewlehiya Iraq û Suriyeyê bi heve girêdaye, her wiha Iraq amadeye di her alî de li dijî terorê piştgiriyê bide hêzên hikûmeta Şamê.