Li Silêmaniyê semînera li ser beşdariya jinan di warê siyasî de

Di kampanyaya 16 rojî ya têkoşîna li dijî tundiya li hemberî jinan de di çarçoveya beşdariya jinan di warê siyasî de, semînerek ji bo Aram Cemal Sabir bi sernavê “Kotaya jinan di navbera asteng û teşwîqa beşdariya jinan de” hate lidarxistin.

Îro êvarê, li Hola Rêxistina Azadbûn ya li bajarê Silêmaniyê semînerek ji bo Aram Cemal Sabir, bi sernavê “Kotaya jinan di navbera asteng û teşwîqa beşdariya jinan de”hate lidarxistin.

Di semînerê de Cemal Sabir ragihand “Herêma Kurdistanê li ser asta cîhanê di rêza 61’emîn welatî de ye ji bo beşdariya jinan di parlamentoyê de û Iraq jî di rêza 74’emîn dewletê de ye li cîhanê.”

Her wisa Cemal SAbir got; “Di sala 2005’an de yasayek hate nav destûrê ku divê hebûna jinan di parlamentoyê de li Iraq û Herêma Kurdistanê ji sedî 25 zêdetir nebe. Lê di sala 2009’an de ev rêje ji bo Herêma Kurdistanê bilind bû bo ji sedî 30”

Di dawiyê de got; “Sedema beşdarnekirina çalak ya jinan di warê siyasî de vedigere ser hebûna fikra mêrsalarî û bêbaweriya bi hêz û îradeya jinan di nav partiyan de.”

Show More
Back to top button