Rêveberiya Xweser têkildarî geşedanên li Helebê daxuyanî da
Berdevkê Daîreya Têkiliyên Derve yê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser helwesta Rêveberiya Xweser a sabit û bi tu aliyekî re nekeve pevçûnan axivî û bang li tevahî aliyan kir ku nekeve xefka şîroveyên dijberî Rêveberiya Xweser.
Têkildarî pêçdeçûnên dawîn ên li Sûriyeyê, bi taybet li Heleb û gundewarên wê, berdevkê Daîreya Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Kemal Akif ji ajansa me re axivî.
Akif der barê mijarê wiha got: “Tişt li Heleb û herêmê rû dide pêşdeçûnên bilez in.”
Akif behsa helwesta Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a ji dema damezrandina wê de bi tevahî aliyan re kir û got: “Helwesta me her tim ber bi mekanîzmeyên pêkanîna îstîqrarê ve ye. Em naxwazin bi tu aliyê re bikevin nava şer û peçvûnan.”
Akif teqezî bi rola Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a parastina gel kir û got: “Rola me li Sûriyeyê bingehîn û girîng e. Em hewl didin parastina gelê xwe bikin. Hebûna me li ser bingeha xweparastinê ye.”
Akif di dawiyê de bang li tevahî aliyan kir ku nekevin xefka şîroveyên ku temsîla nêrînên û helwestên Rêveberiya Xweser nakin.