‘Artêşa Iraqê ketiye di rewşa amadebaşiyê de’
Wezîrê Parastinê yê Iraqê Sabit Ebas ragihand tevayî hêzên leşkerî yên Iraqê ji bo parastina sinor û asîmanê Iraqê ya ji her cûre metirsiyek ketine di rewşa amadebaşiyê de.
Wezîrê Parastinê yê Iraqê Sabit Ebas di daxuyaniyekê de eşkere kir ku hemû hêzên Iraqê bi hemû pêkhateyên xwe ve ji bo parastina sinoran û asîmanê Iraqê ya ji her metirsiyek rû bide, ketine di rewşa amadebaşiyê de.
Sabit Ebas diyarkir ku wê hêzên Iraqê rê nedin ti komên ‘terorîst’ derbasî nava xaka Iraqê bibin.
Ev daxuyanî di demek de ye ku çend rojin çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker û hêzên girêdayî hikûmeta Şamê şerê hev dikin û komên çete derbasî nava Helebê bûne.