Şaredariya Sîba Şêx Xidir: Em bi hev re welatê xwe paqij bigirin
Şaredariya Gel a Sîba Şêx Xidir ji ber zêdebûna dûkanan û paqij girtina derdo satilên gelaşê li nava bazar û rêyên sereke danî û banga, “Em bi hev re welatê xwe paqij bigirin” kir.
Sîba Şêx Xidir ku yek ji komelgeha Şengalê ya herî zêde di dema fermanê de wêran bûye û veger lê berdewame, rojane şêniyên xwe zêde dibe. Şaredariya Gel a Sîba Şêx Xidir ji bo pêşwazîkirina pêwîstiyên gel û komelgehê rojane di nava tevgerê de ye û xizmetê pêşkêş dike.
Kedkarên Şaredariya Gel piştî zêdebûna şêniyan û vebûna gelek dikanan ji bo paqij girtina derdor dest bi hemleyeke din kir. Şaredarî satilên mezin ên gelaşê li nava bazar û li ser cadeyên sereke yên Sîbayê danîn.
Hevşaredara Sîba Şê Xidirê Elmas Nayîf têkildarî xebatên ku şaredariya wan dimeşîne ji ajansa me re agahî da û ji gel jî xwest, derdorê paqij bigirin. Elmas Nayîf dazanîn wan li ser pêwîstiyên bazarê û dikandaran dest bi hemleyeke din kiriye û got: “Li ser pêwîstiya dikandaran û bazarê, me pêwîst dît em satilên gelaşê ji bo bazar û rêyên sereke deynin. Me heya niha weke şaredarî li ser pêwîstiyên gel, gelek hemleyên cûda kiriye û ev jî yek ji wan hemleyên paqijiyê bû.”
Elmas Nayîf dazanîn her diçe şêniyên Sîba Şêx Xidir zêde dibe: “Jixwe roj bi roj dukan li Sîbayê zêde dibin û gel vedigerin ser cih û warê xwe. Hema bêje, hejmara malan gihîştiye 100’î û heya niha jî dewam dike. Ji ber hejmar zêde dibe, hêviya me ji gelê me ye, derdora xwe paqij bigirin û biparêzin. Şaredariya me rojane kar dike û ev der jî her diçe zêde dibe. Emê xizmeta xwe ya ji bo gel dewam bikin. Em daxwazê ji gelê xwe dikin, van setlên gelaşê ku plastîkin biparêzin, ji ber ji bo paqijiya komelgeha me pêwîstin.”
Piştî setil hate belavkirin, kedkarên şaredariyê bihevre dirûşma, ‘Em bihevre welatê xwe paqij bikin’ gotin.