Parêzer ji bo herin Îmraliyê serlêdan kirin

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serî li serdozgeriyê û midûriyeta girtîgehê dan.

Parêzerên Rêber Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdanek nû kirin. Serlêdan ji aliyê parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Cengîz Yureklî, Emran Emekçî, Îbrahîm Bîlmez û Sûzan Akîpa ve hate kirin.

Her wiha parêzeran ji bo dîtina muwekîlên xwe yên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Show More
Back to top button