Serokê Parlamentoya Iraqê li Hewlêrê ye

Şeva borî Serokê Parlamentoya Iraqê Mehmud Meşhedanî gihişte bajarê Hewlêrê û biryare beşdarî xebatên Korbenda Aştî û Ewlekariyê ya Rojhilata Navîn bibe.

Ofîsa Ragihandinê ya Serokatiya Parlamentoya Iraqê, ragihand ku şeva borî Serokê Parlamentoya Iraqê Mehmud Meşhedanî gihişte bajarê Hewlêrê. Piştî Mehmud Meşhedanî bû serokê nû yê Parlamentoya Iraqê, serdana yekem ya ji bo Herêma Kurdistanê ye.

Hate diyarkirin ku biryare Meşhedanî beşdarî xebatên ji bo Korbenda Aştî û Ewlekariyê ya Rojhilata Navîn bibe ku qala bihêzkirina diyalog û guftugoyên li ser pirgirêkên li Rojhilata Navîn dike.

Hêjayî gotinêye ku di 14’ê Mijdara sala 2023’yan de li ser giliya du parlamenterên Iraqê Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê, Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbusî ji postê wî durxist. Piştî nêzî salekê Parlamentoya Iraqê bê serokê ma, di 31’ê Cotmeha sala 2024’an de Mehmud Meşhedanî bû serokê Parlamentoya Iraqê.

Show More
Back to top button