Sudanî: Ev serjimêrî ne tenê ji bo zanîna hejmara şêniyên Iraqê ye
Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî ragihand ku piştî 37 salan ew pêngavek giring diavêjin, ew jî serjimêriya giştî ye. Sudanî got ku serjimêrî yek ji karên ku di bernameya hikûmeta wî de ye û da zanîn ev serjimêrî ne tenê ji bo zanîna şêniyên Iraqê ye, di heman demê de ji bo wê çendê ye ku dahat bi awayek dadpwerane bi ser bajaran de bê dabeşkirine.
Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî di derbarê armanca lidarxistina serjimêriya giştî ya Iraqê de daxuyaniyek da.
Sudanî da zanîn piştî 37 salan ew ber bi qonaxek giring ve gav di avêjin ku ew jî serjimêriye. Sudanî diyarkir ku ev serjimêrî temamkerê bernameya hikûmetêye û ji bo gihandina xizmetguzariyên welatiyane.
Her wiha Sudanî diyarkir ku armana vê serjimêriyê ne tenê ewe ku bizanin hejmara şêniyan çiqase û got: “Di heman demê de ev serjimêrî ji bo diyarkirina biryaran û dabeşkirina dahat û xizmetguzariyan a bi awayek dadperwer bi ser bajaran de ye. Her wiha bi vê serjimêriyê wê ti valetiyek di zanyariyan de nemîne, her wiha wê di aliyê pêşketina aborî û civakî de jî amar li ber destê me de hebin.”
Sudanî diyarkir ku wê serjimêrî bi amêrên pêşketî bê kirin û encamên wê jî wê ji niha û siberojê re pêwîst bikin.
Sudanî daxwaz ji welatiyan kir ku agahiyên rast bidin û girêdayî qedexeya hatûçonê bimînin. Her wiha Sudanî diyarkir ku ev serjimêrî ti peywendiya xwe bi bac û muçeyê çavdêriya civakî ve nîne.”
Hêjayî bibîrxistinê yek u wê sibe û du sibe li tevayî Iraq û Herêma Kurdistanê serjimêriya giştî pêkwere. Ji ber serjimêriyê jî wê 48 saetan qedexeya hatûçonê were ragihandin. Li aliyê din jî ji ber bicihbûna hejmarek zêde ya Ereban ya li herêmên Kurdistanî, egera guhertina demografîk piştî vê serjimêriyê heye.