Walla News: Serokê Shin Bet yê Îsraîlê bi dizî serdana Tirkiyeyê kir

Malpereke Îsraîlê da zanîn ku serokê Ewlekariya Giştî ya Îsraîlê (Shin Bet) bi dizî serdana Tirkiyeyê kir û bi serokê îstixbaratê yê dewleta Tirk a dagirker re civiya.

Malpera “Walla News” a Îsraîlê ragihand ku serokê Ewlekariya Giştî ya Îsraîlê (Shin Bet) Ronen Bar roja şemiya borî bi awayekî nepenî serdana Tirkiyeyê kir û bi serokê îstixbaratê yê dewleta Tirk a dagirker Îbrahîm Kalin re civiya.

Malperê ku xwe spartibû çavkaniyên şopîner diyar kir ku di civînê de mijara berdewamkirina dan û standinên ji bo dîlgirtiyên li Xezayê hat nîqaşkirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku dewleta Tirk a dagirker û berpirsên wê bi aşkera li dijî Îsraîlê ne, lê bi nepenî jî têkiliyên xwe yên aborî, ewlekarî û siyasî bi Îsraîlê re dimeşîne.

Show More
Back to top button