Hemo Şengalî: Ji bo jenosîd were nasîn têra xwe belge hene!
Endamê ‘Komîteya Kampanyaya Komkirina Îmzeyan ji bo naskirina Jenosîda Êzidiyan’ Hemo Şengalî diyarkir, ji bo fermana 3’yê tebaxê weke komkujî were nasîn têra xwe belge heye û got: “Ji bo qirkirina Êzidiyan were nasîn belgeyên pêwîst hene. Her wiha belge derbarê piştgiriya dewleta Tirk a ji DAIŞ’ê re û dewletên din de jî heye. Divê gelê me û dostên wan bi xurtî tevlî kampanyaya îmzeyan bibin.”
Rêveberiya Xweser a Şengalê 13’ê Mijdarê ku salvegera 9’emîn a rizgarkirina Şenglê ye, ji bo naskirina ‘Jenosîda Êzidiyan’ kampanyayeke îmzeyan a elektronîk û bi dest ragihand. Kampanya wê ne tenê li Şengalê, li Iraq, welatên ku Êzidî lê dijîn, li welatên ku qirkirinê naskirine jî birêve biçe. Ne tenê Êzidî herkes dikare tevlî kampanyayê bibe. Iraq heya niha qirkirinê nasnekiriye û ji bo darizandina DAIŞ’ê û yên piştgiriya DAIŞ’ê kirine, pêvajoyeke dadgehîkirinê ne daye destpêkirin.
Endamê Komîteya Kampanyaya Komkirina Îmzeyan ji bo naskirina ‘Jenosîda Êzidiyan’ Hemo Şengalî ji ajansa me re axivî. Hemo Şengalî diyar kir wê kampanyaya wan ya elektronîk û bi dest heya Cejna Çarşema Nîsanê ya 2025’an dewam bike û hedefa wan 1 milyon îmzeye.
‘Emê bi kampanyaya îmzeyan Iraqê neçar bikin jenosîdê nas bike’
Şengalî dazanîn kampanya ji bo naskirina ‘Jenosîda Êzidiyan’ hatiye destpêkirin û wiha axivî: “Ev kampanyaya di salvegera rizgarkirina Şengalê de ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hate destpêkirin, ji bo naskirina ‘Jenosîdê’ di asta navnetewî de ye. Em dixwazin fermana 2014’an li Iraqê û asta cîhanî de weke ‘Jenosîd’ were nasîn û bi van îmzeyên werin komkirin jî dixwazin di asta navnetewî de zextekî li ser Iraqê û dewletan çêbikin. Kampanya îmzeyan wê hem li Şengalê hem jî derveyî Şengalê pêk were. Armanca me ya sereke ewe em zextê li Iraqê bikin ji bo jenosîdê nas bike. Ji dema fermanê heya niha zêdetirê 10 dewletan jenosîdê naskirine. Eger belge têrker nebaya, dê ev dewlet jî nasnekiriba. Lê tevî vê yekê jî heya niha Iraq ti gavek di vê mijarê de ne avêtiye. Li hemû welatan mafê kêmîneyan û neteweyan heye ku daxwaza mafê xwe bikin, lê li Iraqê li şûna piştgiriyê bidin daxwazên Êzidiyan û jenosîdê nas bikin, di salvegera jenosîdê de partya siyasî ya Êzidiyan girtin.”
‘Belgeyên têrker hene’
Şengalî di dewama axaftina xwede îşaret bi hebûna gorên komî jî kir û wiha pêde çû: “Dibin kontrola hêzên girêdayî hikûmeta Iraqê de li vir ferman çêbû, gelek kes hatin qeetilkirin û li gorên komî de hatin veşartin. Heya niha biqasî hatiye tespîtkirin zêdeyî 90 gorên komî heye û ev hemû belgeyên ji bo naskirina jenosîdê ne. Lê mixabin Iraq divê mijarê de jî bi erk û berpirsyariyên xwe ranabe. Di dema fermanê de goştên zarokan bi dayîkên wan dan xwarin! Hîn jî keç û jinên Êzidî di destê DAIŞ’ê û hevkarên wan de hene, divê ev dewlet li dadgehên navnetewî de werin darizandin. Yek ji van welatan jî dewleta Tirke. Eger baş li ser were sekinandin wê derbikeve ku dewleta Tirk piştgiriyê dide DAIŞ’ê. Li gorî qanûnên navnetewî zarokek jêr 18 salî bêyî destûra malbatê nabe derbasê welatek din bibe. Lê zarok û keçên me li Tirkiyeyê têne dîtin. Eger peywendiya DAIŞ û Tirkiye nebaya, ev zarokên me çawa çûne wir? Beriya niha demekî keçek Êzidî li Filîstînê hate dîtin û rizgar bû.
‘Iraq dixwaze bi navê qanûnê kesên berxwedanî kirîn bide dadgehê’
Hemo Şengalî di dewama axaftina xwede nerazîbûn nîşana helwesta Iraqê ya beramber civaka Êzidî jî da û got: “Di dema fermanê de civaka me qurbaniyên mezin da. Ji derveyî berxwedanê ti hilbijêrkek din nebû. Lê niha Iraqê yên li hember DAIŞ’ê berxwedane, dibin navê ‘Qanûn’ de dide dadgehê. Hemû kesên dijî DAIŞ’ê şerkirine dixwazin bidin dadgehê. Madem Iraq ewqas qanûniye, wê demê em dibêjin, fermo biçin yên bûne sedema fermanê dadgehî bike! Herkes dikare bi avêtina îmzeyek piştgiriyê bide vê kampanyaya me.”
‘Bi îmzaya xwe destek bidin vê kampanyayê’
Hemo Şengalî ku di heman demê de Endamê Yekîtiya Ciwanên Êzidxanê ye jî diyar kir, her kesek ketibe 18 salî û jora wê dikarin îmze bidin û vê bangê kir: “Her kesek jor 18 salî dikare îmze biavêje. Danasîn û armanca kampanyayê bi 7 ziman û zaravayan hatiye nivîsîn. Ji bilî Êzidiyan hemû dostên civaka me jî dikarin bi îmzeya xwe destekê bidin vê kampanyayê. Li cihên derfet hene emê bigerin û bi dest bigirin, li cihên derfet nebe jî bi rêyên elektronîk dê were komkirin. Armanc milyoneke lê dikare zêdetir jî be. Careke din bang li gelê me û dostên me dikim, tevlî kampanyayê bibin.”