Li Dêrazor, Reqa, Minbicê û Hesekê çalakiyên 25ˋê Mijdarê
Li bajarên Dêrazorê, Reqa, Minbic û Hesekê têkildarî 25 mijarên gelek çalakiyên curbecur hatin lidarxistin.

Xelkê kantona Dêrazorê ji bo şermezarkirina tundiya li dijî jinan, sînordarkirina nîjadperestiya di navbera her du zayendan de û dayîna mafên jinan di tevahî aliyan de meşek li dar xist.
Di meşê de bi sedan mêrên kantona Dêrazorê, nûnerên ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, deste û meclisên girêdayî wê û Meclisa partiya Sûriya Pêşerojê beşdar bûn.
Meş ji pêş avahiya Meclisa Rêveber a Herêma 7 Kîlo hat destpêkirin.
Li çerxerêya 7 Kîlo, cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber Ziyab El Çîlat axivî û got pêwîst e têkoşîna ji bo pêkanîna edaleta civakî û mafên mirovan were dewamkirin.
Meş bi diruşmên teqeziya li ser redkirina tundiyê û girîngîdayîna hevjiyana azad bi dawî bû.
Meclisa Giştî ya Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê li hola Navenda Çand û Hunerê ya Reqayê bi beşdariya endamên saziyên sivî, Rêxistinên Civaka Sivîl û partiyên siyasî semînerek hat dayîn.
Hevseroka Meclisa Reqa ya Partiya Sûriya Pêşerojê Xedîce El Ceref semîner bi rê ve bir û got: “Ji destpêka tevgera azadiyê û heta niha ve, analîz û nêrînên Rêber Abdullah Ocalan ên der barê jinan de kirine jêdera sereke ya pêşxistin û geşkirina têkoşîna azadiya jinan in. Tevî pergala êşkence û qirkirinê ya li Îmraliyê jî Rêbertî hewl da sûdê ji derfetên herî biçûk wergire û perespektîvên guncaw ên ji bo rizgarkirina jinan pêşkêş kirin.”
Di semînerê de behsa êşên jinan di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞˋê li Reqayê de hat kirin.
Semîner bi xwendina helbestekê ji hêla helbestvan Fatme El Şamî ve li ser azadiya jinê û redkirina koletiyê bi dawî bû.
Minbic
Meclisa Jinan a Sûriyeyê li Nivîsgeha Mihemed Menla Xizêl a Minbicê atolyeyek li dar xist. Di atolyeyê de endamên jin ên di Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de, desteyên girêdayî wê, Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya, Rêxistinên Civaka Demokratîk û partiyên siyasî beşdar bûn.
Di atolyeyê de 3 mijarên sereke hatin nîqaşkirin. Mijarên hatine nîqaşkirin ev in: sedemên tundiyê û cureyên wê, bi xwe bawerî û birêxistinkirina pêşiyan, li gorî rêbazên civakê erk û maf. Di atolyeyê de 5 kom hatin çêkirin û di navbera wan de pirs û bersiv hatin kirin.
Di encamnameya atolyeyê de girîngî li ser belavkirina zanabûnê, pêkanîna qanûnên taybet bi jinan, cudakirina adat û kevneşopî ji qanûna takakesî hat kirin.
Der barê atolyeyê de rêvebera Komîteya Têkiliyan a Meclisa Jinan a Sûriyeyê ya kantona Minbicê Neqşiye Xelîl axivî û got ev atolye di çarçoveya pêngava ˋBi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî, xwe biparêzeˋ de hat lidarxistin.
Neqşiye got wan 5 koman ji bo sekna li dijî tundiya siyasî, aborî, qanûnî, civakî û elektronîk çareserî pêşkêş kirin.
Girêdayî heman mijarê, endamên Meclisa kombûna Jinan a Zenûbiya, Rêxistinên Civaka Demokratîk, Yekitiya Mamosteyan û Gerînendetiya Pîşesazan serdana karkerên jin ên li kargehên kantona Minbicê kir.
Di serdanê de kedên karkeran hatin silavkirin û broşor hatin daliqadin.
Cîgirê Hevserokatiya Konfedraliya Rêxistinên Civaka Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Muna Zekeriya axivî û got: “Armanc ji serdanê, rewşa karkerên li kargehan, firnan were şopandin, broşorên li ser tundiyê werin belavkirin.”
Hesekê
Li bajarê Şedadê yê kantona Cizîrê Kongra Star dewreyeke perwerdê vekir. Di dewreyê de 100 mêr ji bajêr û endamên saziyên civaka sivîl beşdar bûn.
Dewre 3 roje û mijarên sereke yên qanûna malbatê, zayendîparêzî û hevjiyana azad tên nîqaşkirin.