Serokê Dadweriya Bilind a Iraqê serdana Enqereyê kir
Tevî berdewambûna êriş, dagirkerî û binpêkirinên dewleta Tirk ên li ser Herêma Kurdistan û Iraqê jî, trafîka hevdîtinên rayedarên payebilind ên Iraqê ji bo Tirkiyeyê berdewamin. Hate diyarkirin ku vê carê jî duh Serokê Encûmena Bilind a Dadweriya Iraqê serdana Enqereyê kir û li gel Hakan Fîdan civiya. Lê naveroka civînê veşartî hate hêlan.
Di demek ku êriş û dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker li gel girtina avê ya li ser Herêma Kurdistan û Iraqê berdewam dike de, hevdîtin û serdanên berpirsên payebilind ên Iraq ji bo Tirkiyeyê berdewam dikin.
Herî dawî duh bi serdanek ne çaverêkirî, Serokê Encûmena Bilind a Dadweriya Iraqê Dadwer Fayeq Zêdan serdana Enqereyê kir û li gel Wezîrê Karên Derve yê Tirk Hakan Fîdan civiya.
Li gorî daxuyaniyek ya Encûmena Bilind a Dadweriyê, her du alî li ser beşek mijarên hevbeş ên dadwerî û yasayî navbera her du welatan de, guftugokirine, lê naveroka civînê nehate eşkerekirin.
Cihê balkêşiyê ye ku ev serdan di demekê ku dewleta Tirk a dagirker binpêkirina serweriya xaka Iraqê, êrişên bejayî û hewayî yên li ser xaka Iraqê û Herêma Kurdistanê berdewam dike deye. Di encama vê de beşek ji xaka Herêmê hatiye dagirkirin û gelek welatî jê ziyan û zererê dîtine, her wiha kerta aborî û çandiniyê jî wêranbûye. Vê yekê fikarên cidî li ser daxwaza berfirehbûna Tirkiyê ya li nav axa Iraqê zêde kiriye.
Hevdîtina Fayeq Zêdan ya bi karbidestên Tirk re, li ser hêza hevkariya dadwerî ya li gel welatekî ku bi eşkere hevpeymana navneteweyî binpê dike û ji bo bê îstîqrariya herêmê kar dike, nîşana pirsê serê mirov de ava dike. Ji ber ku di van salên dawî de, Iraq bûye şahidê zêdebûna dagirkeriya dewleta Tirk a li ser herêmên sînor. Bi sedan kîlometre kûr hatiye nav sînorên Herêma Kurdistanê, bi dehan baregehên leşkerî û îstîxbaratî yên neqanûnî avakiriye û li gel vê jî bi berdewam jîngeh û nava bajaran bombebaran dike.
Ji destpêka dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker û binpêkirina serweriya Herêma Kurdistanê û Iraqê ve, pispor û şarezayên Iraqê bang li hikûmeta Iraqê dikin ku li şûna hevdîtin û hevpeymanên ne li gorî berjewendiyên Iraqê li gel Tirkiyeyê çêbikin û xaka bi erzanî bifiroşin, belgeyên êriş û dagîrkirina xaka Iraqê û komkujiyên ser sivîlan ên ji aliyê Tirkiyê ve pêşkêşî dadgehên navdewletî û Konseya Ewlekariyê bikin. Da ku dagîrkeriya eşkere ya dewleta Tirk a li ser xaka Iraqê were bidawîkirin. Her wiha Tirkiyeyê neçar bike ku rêz bide serweriya xaka Iraq.
Hêjayî gotinêye ku di serê vê mehê de jî (1’ê Mijdarê) Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî serdana Enqerê kir û li gel serokkomarê Tirk Erdogan civiya. Her wiha beriya wê rojekê jî şandeyek Iraqê bi serokatiya Şêwirmendê Ewlekariya Netewî ya Iraqê Qasim Erecî serdana Enqereyê kiribû û li gel Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan civiyabû.