Sudanî li Hewlêrê ye, dewleta Tirk jî gundên Başûr topbaran dike
Di dema ku Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî li Hewlêrê li gel malbata Barzanî di civînê de bû, dewleta Tirk navenda gundê Bazê ya li Berwarî Bala topbaran kir. Ji ber topbaranê zerer bi xanî û zeviyên welatiyan giha.
Êrişên dewleta Tirk a dagirker ya ku bi hevkariya PDK’ê li ser Başûrê Kurdistanê tên kirin dewam dike. Di saetên berî nîvro de artêşa Tirk a dagirker navenda gundê Bazê ya ser bi devera Berwarî Bala ya girêdayî navçeya Amêdiyê topbaran kir.
Li gor agahiyên ji çavkaniyên herêmê hatine girtin, guleyek topê li xaniyê welatiyek ketiye û zererek mezin gihandiyê.
Ev êrişa dewleta Tirk hemwextê serdana Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî ya ji bo Hewlêrê ye. Li gor agahiyan di hevdîtinên Sudanî yên li gel rayedarên PDK’ê û Barzaniyan de qet behsa êrişên dewleta Tirk a li ser xaka Herêm û Iraqê nehatiye kirin.