Şengaliyan cenazeyê şehîd Kerîm bi peyamên berxwedan û tolhildanê spartin axê

Cenazeyê Kerîm Hecî Şero ku duh di encama êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd ketibû bi merasîmeke girseyî li Şehîdgeha Ş. Dilgeş û Ş. Berxwedan bi peyamên berxwedan û dirûşmeyên tolhildanê spartin axê.

Duh di encama bombebarana balefira bê mirov û biçek dewleta Tirk a dagirker de ciwanê Êzidî yê bi navê Kerîm Hecî Şero şehîd ketibû. Ji bo şehîd îro li Şehîdgeha Ş. Berxwedan û Ş. Dilgeş merasîmeke girseyî hate lidarxistin.

Cenazeyê şehîd di saetên sibehê de ji nexweşxaneya Şehîdên Xanesorê hate girtin û piştî rêûresmên olî ya li mala şehîd, bi karwana wesayitan ji Sinûnê ber bi şehîdhegê ve hate birin. Bi sedan kes ji xelkê Şengalê, malbatên şehîdan, sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser û bi taybet jî ciwanên Êzidî bi dirûşmeyên ‘Şehîd namirin’ û ‘tolhildan’ cenazeyê şehîd birin şehîdgehê.

Li şehîdgehê ji bo şehîd merasîmek girseyî hate lidarxistin. Merasîma ku bi deqeyek rêzgirtinê destpêkir bi axaftinan berdewam kir. Endamê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Azad Hisên di destpêka merasîmê de axivî û got: “Dixwazin pêşeng û qehremanên vê civakê nehêlin û vê civakê tine bikin. Her demekî ku civaka Êzidî xwe li ser lingên xwe ragirtiye û kariye azadiya xwe bidest bixe van êrişên tirsonek û nemerdane tînin ser Çiyayê Şengalê. Yên ku di 3’yê Tebaxa 2014’an de ferman li ser civaka Êzidî rakirin neviyên Osmaniyan bûn, neviyên dewleta Tirk a dagirker bûn. Ne Iraq ne jî Sûriye nekarî wekî xelkê Şengalê li ber xwe bidin û DAIŞ’ê bişkînin.”

‘Di salvegera rizgarkirina Şengalê de êriş kirin’

Azad Hisên bibîrxist ku civaka Êzidî û gelên Şengalê amadeakriya pîrozbahiyên salvegera rizgarkirina Şengalê dikirin û wiha berdewam kir: “Dewleta Tirk baş dizane çawa derbeyên mezin bi destê civaka me li DAIŞ’ê hatiye xistin. Di salvegera rizgarkirina Şengalê de êrişê wesayîtek girêdayî Rêveberiya Xweser a Şengalê kirin. Bila dinya baş zanibe bi şehîdek em lawaz nakevin, kîna me li hemberî dijmin mezintir dibe û em xurtir dibin.”

‘Hedefa dijmin şikandina îradeya me ye’

Pişt re Hevserokê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Nayîf Şemo axivî, Nayîf Şemo da zanîn ku ciwanê şehîd Kerîm Hecî Şero xelkê Tilezêrê bû û ji eşîra Korkorka bû. Nayîf Şemo anî ziman ku êdî navê şehîd emanetê civaka Êzidî ye û got: “Hedefa dijmin ne tenê xortekî Êzidî ye, hedefa dijmin şikandina îradeya civaka me ye. Hesabê wan ewe ku îradeya me bişkînin lê ew nizanin em bi her şehîdekî xurtir dibin. Her dar û kevirekî Çiyayê Şengalê bi navê şehîdên me ne. Em soz didin hemû şehîdên xwe, emê rêya wan bişopînin. Egîd û xweşmêr hene ku navê şehîd rakin.’’

‘Wê xewna dijmin ti carî neçe serî’

Endama Koordînasyona TAJÊ Dayê Neam jî destnîşankir ku dijmin dixwaze civaka Êzidî û Rêveberiya Xweser a Şengalê tasfiye bike û hêrs û helwesta civaka Êzidî wiha anî ser ziman: “Dijmin çi jî bike nikare îradeya me bişkîne û nikarin bi şehîdan gav bi me paşve bidin avêtin. Wê ti carî xewn û xeyala dijmin pêk neyê. Li ber her kevirekî Çiyayê Şengalê egîd û xweşmêrek me hate şehîdxistin. Dijmin niha dixwaze heyfa DAIŞ’ê ji me bibe. Em hatine rêxistinkirin, em hatine perwerdekirin, em ti carî dest ji vê îradeyê bernadin. Emê berxwedana xwe berdewam bikin û her dem li pey şopa şehîdên xwe bin. Em bi şehîdan bi hêz dibin, xurt dibin.”

Di merasîmê de herî dawî bavê şehîd Hecî Şero peyameke kurt li ser navê malbatê da û wiha got. “Dema ez hatim merasîmê û min ev xelk û xwedîderketina wan a li şehîd dît, wekî ku min şehîd biriye malê. Bila ew jî bibe şehîdê keç û xortên ku beriya niha gihîştine asta şehadetê.”

Piştî axaftinan cenazeyê şehîd bi dirûşmeya ‘şehîd namirin’ bi spartin axê.

Show More
Back to top button