Nasnameya ciwanê Êzidî yê di êrişa hewayî de şehîd ket eşkere bû

Li gorî agahiyên Rêveberiya Xweser a Şengalê ciwanê bi navê Kerîm Hecî Şero yê ji eşîra Zendînî di êrişa hewayî ya dewleta Tirk de şehîd bûye. Cenazeyê şehîd ji nexweşxaneya Sinûnê hate girtin û ji bo lêkolînê şandin Tiba Edlî ya Mûsilê.

Îro saetên piştî nîvro, balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker li seyareyeke ji bajarê Şengalê diçû Serdeşta çiyayê Şengalê bombebaran kir.

Di encama êrişa hewayî de welatiyek Êzidî şehîd bû.

Li gorî agahiyên ku ajansa me ji Rêveberiya Xweser ya Şengalê girtiye welatiyê şehîd bûye, xwediyê seyareyê ye û navê şehîd, Kerîm Hecî Şero (2007) yê xelkê Tilizêra Şengalê ye.

Kerîm Hecî Şero yê xelkê Tilizêrê ye, mala wî li Sinûnê ya Şengalê ye.

Cenaze îro êvarê ji nexweşxaneya Sinûnê hate girtin û ji bo lêkolînê şandin Tiba Edlî ya Mûsilê.

Show More
Back to top button