Li Şengalê Şehîd Asya û Şehîd Rojger hatin bîranîn

Li Şengalê Şehîdên Tabûra Nemiran Şehîd Asya Elî (Mîne Sevjîn Alçîçek) û Şehîd Rojger Hêlîn (Alî Orek) ku di 23’yê Cotmehê de li Enqereyê çalakiya fedayî pêkanîbûn, bi merasîmekê hatin bîranîn û di merasîmê de nameyên Şehîdan ji bo ciwanên Êzidî û Ereb hatin xwendin.

Li  şehîdgeha şehîd Dilegeş û şehîd Berxwedan a li çiyayê  Şengalê ji aliyê Yeketiya Jinên Ciwan ên Şengalê û Yeketiya Ciwanên Êzîdxanê ve Şehîdên Tabûra Nemiran Şehîd Asya Elî (Mîne Sevjîn Alçîçek) û Şehîd Rojger Hêlîn (Alî Orek) ku di 23’yê Cotmehê de li Enqereyê li navenda TUSAŞ’ê çalakiya fedayî pêkanîbûn, bi merasîmekê hatin bîranîn.

Endamên Yeketiya Jinên Ciwan û Ciwanên Êzîdxanê, tevî  endamên Însiyatîfa Ciwanên Ereb yên Şengalê gelek ciwan beşdarî merasîmê bûn.

Merasîma bîranînê bi pêxistina find û deqeyek rêzgirtina li ser ruhê şehîdan destpêkir.

Piştre ji aliyê Endamê Rêvberiya Yeketiya Ciwanên Êzîdxanê Sebah Şengalî ve li ser peyamên ku pêwîste ciwanên Êzidî ji nameyên Şehîd Asya û Rojger bigrin nirxandin hate kirin. Sebah Şengalî da diyakirin ku ev peyamek pir vekiriya ku dema mirov xwedî aramanc be û hedefek mirov ya ji dil hebe tu astengî wê nikaribin rê liber gihandina armanca mirov bigire. Ev çalakiya ku bi ruhê Apoyî li tevahiya cîhanê deng veda, dibe sedem em tirsa ku dijmin bi sedên sala di nava meda belavkiriye  ji serê xwe derxin û tekoşîna xwe mezin bikin.”

Piştre nameyên ku Şehîd Asya Elî û Şehîd Rojger Hêlîn li pey xwe de hiştibûn, ji ciwanan re hatin  xwendîn. Ciwanan jî liser nameyên hatine xwendin nirxandinên xwe kirin û soza şopandina rêya şehîdan dan.

Piştre merasîma bîranînê bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” bi dawî bû û ciwanan wêneyên şehîd Asya û Şehîd Rojger kirin destê xwe û li dû hev li nava gorên şehîdan yên li goristana şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan geriyan.

Show More
Back to top button