Li Silêmaniyê bi pêşangehekê tabloyên jinan hatin nîşandan
Koleja Hunerên Ciwan ya Zanîngeha Silêmaniyê, bi hevkariya Komeleya Fadya ya Rewşenbîrî û Hunerî, ji bo jinên şêwekar yên Iraq û Silêmaniyê pêşangehek vekir.
Li Koleja Hunerên Ciwan ya Zanîngeha Silêmaniyê, pêşnagehek şêwekarî ya jinên Iraq û Silêmaniyê hate vekirin. Di pêşangehê de tabloyên jinên Silêmanî û Iraqê hatin nîşandan û ji aliyê mamosta û xwendevanan ve rastî eleqeyek mezin hat.
Piraniya tabloyên jinan, liser jin, çand, cil û berg û şêwaza jiyanê ya li Bexdadê bûn. Derbarê pêşangehê de şêwekara bi navê Naz Hemereza ji ajansa me re axivî û got; “Me xwest em bi hevalên yên Ereb re pêşangehek vekin û talboyên xwe bidîn nîşandan. Karkirina jinan ya di warê hunerî de gelek girînge.”
Jina bi navê Hawîn Îmad jî ku tevlî pêşangehê bû got; “Em weke hunermend bi Koma Fayed tevlî pêşangehê bûne. Her tabloyek behsa mijarek cûda dike, ez bang li jinan dikim ku derkevin derve û hunera xwe pêşkêş bikin.”
Pêşangehk bi dayîna xelatên rêzdariyê, dawî bû.