Li Sûriyeyê 306 kes di Cotmehê de hatin revandin û girtin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li herêmên Sûriyeyê yên dagir kirine di nav de 7 jin û 6 zarok 77 kes revandin, her wiha saziyên ewlehî û leşkerî yên hikumeta Şamê jî 299 kes girtin û 4 kes jî di girtîgehên Şamê de hatin qetilkirin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) der barê rewşên revandin û girtinê li herêmên Sûriyeyê yên dagirkirî û herêmên hikûmeta Şamê de raporek amade kir.

Di rapora SOHRˋê de hat diyarkirin ku li herêmên ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatine dagirkirin, di nav de 7 jin û 6 zarok 77 kes hatine revandin.

Her wiha hat destnîşankirin ku li herêmên Dera, gundewarê Şam, Hums, Dêrazor, Hema, Heleb, Laziqiye û Siwêdayê yên di bin kontrola hikûmeta Şamê de 299 kes hatin revandin û girtin. Her wiha 4 kes jî di girtîgehên Şamê de di bin êşkenceyê de hatin qetilkirin.

Li gorî rapora SOHRˋê li gel rola şermîn a NYˋyê, rêxistinên hiqûqî û mirovî yên li Sûriyeyê aktîv in, kiryarên girtinên bêserûber û revandinê dewam dikin.

Show More
Back to top button