Di Cotmehê de 33 jin li Îran û Rojhilatê Kurdistanê hatine girtin
Li gor agahiyên ku medyaya Rojhilatê Kurdistanê belavkirine, di meha borî de rejîma Îranê 33 jinan girtiye ji vana 7 jin Kurdin û 2 jinên din ên Kurd jî dibin çavan de tên ragirtin.
Li gor nûçeyek Medyaya Rojhilatê Kurdistanê, di meha cotmehê de li bajarên cûda yên Îran û Rojhilatê Kurdistanê 33 jin ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine girtin. Ji vana 24 çalakvanên jin li dadgehên rejîmê de cezayê girtîgehê lêhatine birîn. 7 ji wan Kurdin.
Her wiha hat diyarkirin ku ji vana 5 jinên girtî hatine bidarvekirin, her wiha şeş jin jî dibin çavand de tên ragirtin û ji wana 2 Kurdin.
Di nûçeyê de hatiye diyarkirin ku di meha Cotmehê de 10 bûyerên jin kuştina ji aliyê hevjîn û xizmên wan ve hatine tomarkirin.