Rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Bahadîn di lîsteya UNESCO de ne
Rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Bahadîn ên li Silêmaniyeyê ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin, li lîsteya ‘Rojnamevanên hatin qetilkirin’ a UNESCO’yê hatin bicihkirin.
Rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Bahadîn ku 23’yê Tebaxê(2024) de li navçeya Seyîdsadiq a Silêmaniyê ji aliyê dewleta Tirk ve bi SÎHA’yê hatin qetilkirin, ji aliyê UNESCO (United Nations Educational, Scientific and Cultural Organization – Organîzasyonên Çandî, Zanistî û Perwerrdeyê yên Neteweyên Yekbûyî) ve li lîsteya ‘Rojnamevanên hatin qetilkirin’ hatin bicihkirin.