Piştî barana dijwar a Şengalê xweşiktiya Baxçê Serok

Îro beriya nîvro pêleke baran barînê li Şengalê destpêkir û hîn jî bi navber navber dewam dibare.

Piştî bahozên tozê û qirêjiya hewayê barîna baranê xwezayê paqij kir. Baxçê Serok ê li geliyê Kersê ya Şengalê piştî baraneke dijwar pak bû û dîmenên xweş derket holê. Dilopên baranê yên ketin ser gul û daran, xweşîkiya baxçe zêdetir kir. Di van kêliyan de baxçe bûye yek ji cihê herî arambexş û xweş a Şengalê.

Baxçê Serok ku cihê kêfxweşiya hevpar a hemû Êzidî û giştî Şengaliyane, îro jî bi dîmenên xwe yên xweş û arambexş hesteke xweş dide xwezahezan.

Show More
Back to top button