Di 101 salên borî de rêzexelekên siyaseta înkar û îmhayê – II

Xeleka duwem ya siyaseta înkar û îmhayê ya hêzên navneteweyî piştî Peymana Lozanê, Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ye. Hêzên hegemon ku serê wan de Emerîka tê, ji bo tekane hêza ku li Rojhilata Navîn li beramberî wan bisekine tûne bike, di şexsê PKK’ê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hedef girtin.

Li ser vê yekê Serokkomarê Misirê yê wê demê Husnû Mubarek xistin dewrê û xelekek din a qirkirina Kurdan di asta navneteweyî de destpê kirin. Rêber Ocalan di 9’ê Cotmeha sala 1998’an de bi Komployek Navneteweyî ji Sûriyeyê hate derxistin û di 15’ê Sibata sala 1999’an de li paytexta Kenya Naîrobiyê hate girtin û radestî dewleta Tirk a dagirker hate kirin.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nêzî 25 salin di nava sîstemek ya êşkence û tecrîdek girankirî de tê girtin. Herî dawî di 23’ê Cotmehê de biraziyê Rêber Ocalan Omer Ocalan piştî 44 mehan li gel Rêbertî hevdîtin kir. Lê hîna çarçoveya nîqaşên ku hevdîtina saetek û nîv berdewam kir nehatiye eşkerekirin. Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan ragihand ku Birêz Ocalan di hevdîtinê de li ser bûyerên giştî yên siyasî nirxandin kir û xwest, ev peyama wî bigihêje raya giştî: “Tecrîd dewam dike. Eger şert û merc bêne afirandin, ez xwedî wê hêza teorîk û pratîk im ku vê pêvajoyê ji zemîna şer derbasî ser zemîna hiqûqî û siyasî bikim.”

Di dîroka Komara Tirkiyeyê de siyaseta hêzên desthilatdar ya li ser bingeha înkar û îmhaya Kurdan, di sala 2001’an de bi rejîma Erdogan re di bin navê biratiya olî de veguherî polîtîkayeke nû ya tasfiyekirinê. Rejîma Erdogan jî mîna Îttîhad û Terakkî, ji bo ku bibe sazîbûn pêşî bi naskirina hebûna wan destek girt û piştre jî siyaseta înkar û îmhayê şopand.

Rejîma Erdogan di sala 2015’an de bi tifaqa li gel MHP’ê avakirî, li makezagona sala 1924’an vegeriya. Li ser bingeha siyaseta xwe ya yek kesî, nûnerên gelê Kurd, parlamenter û hevserokan girt û xiste girtîgehan. Her wiha li şûna şaredarên ku gel hilbijartîn, qeyûman bi cih kir ku bi vê yekê îradeya gel xesp kir.

Di nava 22 salên desthilata rejîma Erdoganê faşîst de, li dijî gelê Kurd siyaseta kuştin, êşkence, birçîtî û asîmîlasyonê bê navber berdewam bû. Li Enqere, Suruç, Dîlok û Amedê bi destê DAIŞ’ê komkûjî dan pêkanîn, lê li Roboskiyê bi destê artêşê bi xwe komkûjî hate pêkanîn.

Di sala 2015’an de di çarçoveya plana hilweşînê de li Sûr, Nisêbîn, Kerboran, Cizîr, Hezex û Şirnexê kevir li ser kevir nehat hiştin. Bi dehan sivîl di jêrzemînan de bi saxî hatin şewitandin. Bi sedan welatiyên Kurd ên welatparêz bi cezayên girtîgehê ya heta hetayî an jî cezayên ji deh salan zêdetir hatin mehkûmkirin û avêtin girtîgehê.

Rejîma faşîst a AKP-MHP ne tenê li welat, li dervey welat jî heman siyaseta qirkirinê li dijî gelê Kurd meşand. Gotin li cih be li kûdera ku destkeftiyek Kurdan lê peyda bû, ji xwe re kir hedef. Ji ber vê yekê dewleta Tirk a ku di nava sînorên xwe de têr nebûyî, Başûrê Kurdistanê ku ji berxwedana Tevgera Azadiya Kurdistan re bûyî çavkanî, ji bo dagirkirinê xiste hedefa xwe.

Sînorên Mîsaqî Millî û dagirkirina Başûrê Kurdistanê

Dewleta Tirk a dagirker, bi hinceta Mîsaqî Millî ji sala 1983’an ve dibin navê ‘parastina sînor’ de, Başûrê Kurdistanê hem bi awayê hewayî hem jî bejahî operasyonan lidardixe. Ji bo van operasyonên ku bi hezaran heta bi deh hezaran kesan hatîn destpêkirin gelek navên cuda lê hatin kirin. Armanca van operasyonên derveyî sînor ku ji sala 1983’an û vir ve bi awayekî sîstematîk ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve tê meşandin, di çarçoveya sînorên Mîsakî yên ku Mûsil û Kerkûk di nav de ne dagirkirina Başûrê Kurdistanê ye.

Bi hevkariya PDK’ê ji bo dagirkeriyê gav bi gav bimeşîne, li gelek herêmên ku dibin destê PDK’ê dene, zêdetirî sed baregehên leşkerî avakiriye û dewam jî dike. Li gorî bîlançoyên resmî wekek 72 baregeh hatibin diyarkirin jî ev hejmar gelek zêdetire.

Dewleta Tirk a dagirker bi hinceta şerê li dijî PKK’ê, hem di bejahî de hem jî bi SIHA’yên bi alîkariya NATO’yê pêşxistî, êrişî Başûrê Kurdistanê dike. Dewleta Tirk a ku tevî hemû hêz, teknîk, çek û îstîxbarata xwe ya bi hevkariya NATO’yê nekariye li beramberî berxwedana Gerîlayên Azadiya Kurdistanê encamek bi destbixe, çekên qedexekirî yên kîmyawî bikaranî. Di encama karanîna van çekan de bi dehan gerîla şehîd bûn û zererek mezin gihişte xweza û erdnîgariya Kurdistanê.

Artêşa Tirk her cara ku li beramberî berxwedana bê hempa ya Gerîlayên Azadiyê têkçû, bi hinceta herêmên gerîla qadên jiyanê yên sivîlan kir hedef û bombebaran kir ku encama van êrişan de bi sedan welatî şehîdbûne. Hinek ji van komkujî û êrişan wiha ne:

Komkûjiya Kendakolê ya 15’ê Tebaxa sala 2000’an: Di vê komkûjiyê de 13 jê jin û 11 jê zarok bi giştî 35 kes hatin qetilkirin û zêdetirî 25 kes jî birîndarbûn.

Komkûjiya Kortek a 7’ê Tebaxa sala 2011’an: 7 kes hatin qetilkirin.

Komkujiya Zergele ya 1’ê Tebaxa sala 2015’an: 8 kes hatin qetilkirin û 10 kes jî birîndarbûn.

Komkujiya Şêladizê ya 20’ê Îlona sala 2017’an: 10 welatî hatin qetilkirin.

Komkujiya duwem ya Kortekê ya 7’ê Hezîrana sala 2019’an: Pitika bi navê Solîn jî di nav de 4 kes hatin qetilkirin û 5 kesên din jî birîndar bûn.

Komkujiya Perexê ya 20’ê Tîrmeha sala 2022’an: 9 geştyarên ji netewa Ereb hatin qetilkirin.

Dewleta Tirk a faşîst li gel êriş û bombebaranên xwe li Herêma Kurdistanê bi êrişên terorî gelek nûner û pêşengên civaka Kurd hedef girt. Di nava salên 2022-2023’yan de bi hevkariya PDK’ê li Başûrê Kurdistanê nûner û pêşengên civaka Kurd Huseyîn Arasan, Şukru Serhed (Yasîn Bulut), Nagîhan Akarsel, Zekî Çelebî, Mamosta Şemal, Huseyîn Turelî, Denîz Cevdet Bulbun hatin qetilkirin. Di êrişên terorî yên MÎT’ê de Ferhat Bagişkondu û welatiyek ji Başûrê Kurdistanê bi birîndarî filitîn.

Wek hemû salên derbaz bûyî, dewleta Tirk a dagirker, ji 1’ê Çileya îsal ve heta îro bi gelek şêwazên cuda hewl dide gelê Kurd tune bike. Li Amêdî, Akrê, Duhok, Silêmanî, Kerkûk, Mexmûr û Şengalê bi sedan êrişên hewayî û terorî pêk anîne ku di encama van êrişên dewleta Tirk ên ji serê salê ve 17 welatiyên sivîl şehîd ketine û 17 jî birîndar bûn.

Tevî van êrişên bi belge û eşkere, herwiha tevî di rojên dawî de dewleta Tirk bi hevkariya PDK’ê dest bi êrişek berfireh kiriye, rayedarên Iraq û Herêma Kurdistanê bêdengin. Li dijî van êrişên berçav, heya niha jî ti helwestek berçav û rast nehatiya raber kirin. Ji ber vê bê helwestiyê jî dewleta Tirk roj bi roj êriş û dagirkeriya xwe ya li ser xaka Herêma Kurdistan û Iraqê berfireh dike.

Bi taybet jî piştî ku di navbera Iraq-PDK û dewleta Tirk de peyman hate îmzekirin, êdî Iraq bi ti awayî dengê xwe ji êrişan re dernaxe û êrişên ser xelkê sivîl û dagirkirina Başûrê Kurdistanê hatiye rewakirin.

Êrişên ser Wargeha Penaberan a Mexmûrê

Di 17’ê Tîrmeha sala 2019’an de endamê MÎT a Tirk Osman Kose û welatiyek ji Hewlêrê Beşdar Remezaran li Hewlêrê hatin kuştin. Di heman rojê de PDK’ê ambargo xiste ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr). Piştî wê rojekê ango di 18’ê Tîrmehê de balefirên şer ên dewleta Tirk a dagirker wargeha Mexmûrê bombebaran kir.

Ji roja ambargo xistîn ser civaka Mexmûrê heta niha, 8 welatî hatine şehîdxistin û bi dehan jî birîndarbûne.

Êrişên li ser Şengalê

Cara destpêkê dewleta Tirk a dagirker di 25’ê Nîsana sala 2017’an de bi balefiran Şengal bombebaran kir. Bi taybet piştî Peymana 9’ê Cotmehê ev êriş zêdetir bûn.

Dewleta Tirk a dagirker xwest ku qirkirina ku çeteyên DAIŞ’ê di 3’ê Tebaxa sala 2014’an de nîvço hêlayî, di sala 2017’an şûnde bi hedefgirtina pêşeng û hêzên parastina civaka Êzidî temam bike. Dewleta Tirk a dagirker ji sala 2017’an û şûnde bi dehan caran bi balefirên şer û bê mirov êrişî Şengalê kiriye. Di encama êrişan de Mam Zekî Şengalî, Endamê Konseya Rêveberiya Xweser a Şengalê Merwan Bedel Xwedêda (Dijwar), Rojnamevan Nûjiyan Erhan, gelek fermandar û şervanên YBŞ-YJŞ’ê di nav de nêzî 60 kes şehîd bûne û nêzî 30 kesan jî birîndarbûne. Herî dawî di encama êrişên dewleta Tirk ên di 24-25’ê Cotmeha sala 2024’an de 6 şervanên YBŞ’ê gihiştin asta şehadetê.

Ji Başûr heta Rojava

Ji bo dewleta Tirk a dagirker ku bi dehan salane destkeftiyên gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê dike hedef, di sala 2012’an de Rojava ku dergûşa şoreşa sedsala 21’an, bû hedefa nû ya êrişên dagirkeriyê. Dewleta Tirk a dagirker, hişmendiya xweseriya demokratîk û modela xwerêveberiyê ya gelê Kurd li Rojava pêş xist, nekarî tehemûl bike, destpêkê bi destê DAIŞ’ê û piştre rasterast bi artêşa xwe dest bi êrişên dagirkeriyê û qirkirinê kir.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wî di 20’ê Çileya sala 2018’an de li dijî Efrînê êrişek dagirkeriyê destpêkirin. Di 18’ê Adara heman salê herêma Efrînê û navenda wê hate dagirkirin. Piştî dagirkeriyê zêdetirî 350 hezar kesan ji ser warên wan neçarî koçberiyê hate kirin, 663 welatî bi êşkenceyê hatin qetilkiirn, zêdetirî 8 hezar welatî hatin revandin. Her wiha ji bo guhertina demografiya herêmê, zêdetirî 500 hezar Tirkmen û Erebên Filistînî anîn herêmê. Li gel xirabkirina şehîdgehan, navên Kurdî hatin guhertin û li dibistanan zimanê Tirkî bi awayê zimanê neçarî hate ferzkirin. Heman demê de bi deh hezaran darên zeytûnê hatin birrîn û cihên dîrokî hatin wêrankirin. Dewleta Tirk a dagirker li Efrînê siyaseta qirkirina fîzîkî û çandî da meşandin. PDK û ENKS’ê jî hevkariya vê qirkirinê kir.

Operasyona dagirkeriyê di 9’ê Cotmeha 2019’an de bi navê ‘Operasyona Kaniya Aştiyê’ hate destpêkirin. Di êrîşên dagirkeriyê yên 7 rojan berdewam kir de Hevseroka Partiya Pêşerojê Hevrîn Xelef jî di nav de bi sedan kes hatin qetilkirin.

Piştî dagirkeriya dewleta Tirk bi hezaran kes ji herêmê koçber bûn û li Hesekê û derdora wê bi cih bûn. Dewleta Tirk a dagirker li ber çavê cîhanê çekên kîmyewî yên qedexe (bombeyên fosfor) li dijî sivîlan bikaranî. Tevî ku hate diyarkirin ku li Girê Spî û Serêkaniyê çekên kîmyewî hatine bikaranîn jî, cîhanê bi bêdengî li bûyeran temaşe kir.

Piştî dagirkirinê û şûn ve her cûre sûcên mirovahiyê revandin, kuştin, êşkence, tacîz, tecawûz û weke din berdewam dikin.

Îro jî êriş, bombebaran û dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker a li ser Kurdistanê û gelê Kurd, bê navber bi hemû hovitiya xwe ve didome. Di nava heftiya borî de artêşa Tirk a dagirker Başûr û Rojavayê Kurdistanê bê navber topbaran û bombebaran kir û berdewam dike. Di encama bombebaran û topbaranên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, nêzî 20 kesan jiyana xwe ji dest dan û zêdetirî 25 kesan birîndarbûne.

Siyaseta qirkirinê ya ku hêzên siyasî di sedsala yekemîn a Komarê de hem li hundir û hem jî li derveyî welat li dijî gelê Kurd lidarxist, ti encam negirt û vê siyasetê Tirkiye ber bi rûxandina aborî, siyasî û civakî ve aniye. Di mejiyan de xaleke pirsê heye ku dewleta Tirk bi israra siyaseta qirkirinê, di sedsala duyemîn de wê heta kengê bikare bijî.

Show More
Back to top button