CENTCOM: Li Suriyeyê 35 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin
Fermandariya Navendî ya Emerîkayê (CENTCOM) ragihand li Suriyeyê di encama çend êrişan de 35 çeteyên DAIŞ’ê hatine kuştin.
Fermandariya Navendî ya Emerîkayê ragihand roja 28’ê Cotmehê di encama çend êrişeke asîmanî ya li ser navend û stargehên DAIŞ’ê de, 35 çeteyên DAIŞ’ê li çolistana Suriyeyê hatine kuştin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku êriş piştî wergirtina zanyariyên îstixbaratî bi hevkariya hevpeyman û hevalbendên wan ên herêmê pêkhatiye û ti sivîlek di dema êrişan de zerer nedîtiye.