Komîteya Dîplomasîya Hevbeş ya Partî û Rêxistinên Siyasî yên Kurdistanî civîna xwe lidarxist

Komîteya Dîplomasîya Hevbeş ya Partî û Rêxistinên Siyasî yên Kurdistanî civîna xwe ya 29’emîn li ser rewş û geşedanên li Kurdistanê li Brukselê lidarxist.

Komîteya Dîplomasîya Hevbeş ya Partî û Rêxistinên Siyasî yên Kurdistanî bi amadebûna nûnerên partî û rêxistinên siyasî yên Kurdistanî li gel komek kesayetên serbixwe yên Kurdistanî, civîna xwe ya 29’emîn li navenda KNK’ê ya li Brukselê lidarxist.

Komîteya Dîplomasîya Hevbeş ya Partî û Rêxistinên Siyasî yên Kurdistanî têkildarî rojev û nîqaşên di civînê de raporek belav kir:

“Bi amadebûna nûnerên partî û rêxistinên siyasî yên Kurdistanî, Komîteya Diplomasîya Hevbeş, roja 26.10.2024’an, civîna xwe ya bîstûnehemîn li gel komek kesayetên serbixwe yên Kurdistanî, li navenda KNK’ê ya li Brukselê pêkanî. Piştî nîqaşên berfireh plansazîyek hevbeş hate çêkirin.

Gorî rojevê, di destpêkê de rewşa siyasî ya Kurdistanê, taybetî rewşa dawî ya nîqaşên li ser çareserîya pirsa Kurd li Bakura Kurdistanê, di vê pêvajoyê de rewş û rola Birêz Abdullah Ocalan, êrişên dewleta Tirk yên li ser Başûr û Rojava, hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê, rewşa xeternak û guhertina demografîya Efrînê û deverên din yên Rojava, li Başûrê Kurdistanê pirsgirêk û qeyrana siyasî, îdarî û aborî, hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê, rewşa Rojhilatê Kurdistanê û êriş û tehdîtên dewleta Îranê, guhertin û buyerên dawî yên li Kurdistanê û Rojhilata Navîn, şerê Îsraîl û Hemas – Hizbullah – Îranê, her wiha helwest û bandora hêzên cîhanî li herêmê, bi awayekî berfireh hatin gengeşekirin. Her wiha li gel plansazîya kar û xebatan, pêkanîna Konferansa Şêwira Neteweyî ya Kurdistanê û biryara pêkanîna trîbûnalek (mahkemeyek sivîl) navneteweyî li ser kiryarên dewleta Tirk yên li Rojavayê Kurdistanê, bi berfirehî hatin nîqaşkirin û hatin plankirin.

Gorî van nîqaşan, civîn van xalên jêrîn pêşkêş dike:

1-Dewleta Tirk, dijminê sereke yê gelê Kurd e, li seranserê Kurdistanê êrişan dike û li herêmê serkêşîya dewletên dagîrker dike û li hemî cihanê dijî gelê Kurd di nava kar û xebatên dijber de ye. Dewleta Tirk gav bi gav dagîrîya xwe ya li Başûrê Kurdistanê zêdetir dike. Ev êriş û dagîrî ne tenê li deverên Metîna, Zap û Avaşîn e, heman demê de li Başîka, li Şengal, li Kerkûk, li Mexmûr, heta Pencewîn, Çemçemal û Kifrî jî dirêj dibe. Di heman demê de rojane êrişê Rojavayê Kurdistanê jî dike û xwe ji dagîrkirinek berfirehtir re amade dike. Amanca dewleta Tirk, têkbirina hemî deskevtên gelê Kurdistanê ye.

Bi berxwedana bê hempa ya hêzên gerîla li deverên Xakûrkê, Metîna, Zap û Avaşîn, berdewame, ev berxwedan êriş û planên dewleta Tirk vale derdixe. Civîn, vê berxwedana Hêzên Azadîya Kurdistanê û serketina wan pîroz dike û silav dike.

Ji serê vê mehê ve li Turkiyeyê û Bakurê Kurdistanê nîqaşên çareserîya pirsa Kurd tênekirin. Nîqaş ji teref hukumetê ve hatin destpêkirin û berdewamin. Di vê demê de piştî bê dengî û bê irtibatîya 43 mehan, birazîyê Birêz Ocalan çû girava Îmralîyê û ji Birêz Ocalan peyamek giring ya banga aştî û çareserîyê anî. Lê hinceta tecrîda girankirî ya li ser Birêz Ocalan berdewame. Civîn nîqaşên li ser çareserîya pirsa Kurd giring dinirxîne û hêvî dike ku ev nîqaş bibin bingeha pêvajoyek diyalog û çareserîyê. Civîn banga aştî û çareserîyê ya Birêz Abdullah Ocalan, giring dibîne û pîştgirîya xwe radigihîne. Her wiha civîn bang li hikumeta Turkiyeyê dike ku rojekî zûtir tecrîdê li ser Birêz Ocalan rake, jibo bikare rola xwe ya di pêvajoya diyalog û çareserîyê de bi cih bîne, tendurîstî û ewlekarîya wî biparêze û şert û mercên rehet hereketkirinê jê re amade bike.

2-Di roja 23.10.2024’an de, ji teref hêzên gerîla ve, li Enqerê êrişek li ser kargehek ya çekên hewayî çêbû. Ev hêza gerîla girêdayê HPG’ê ye û çi eleqeyan wa bi Rojava ve nîne. Lê dewleta Tirk ev kire hêcet û êrişê hemî deverên Rojava, Şingal û gelek deverên dî yên Başûr kir û di dema civînê de jî ev êrişên hovane berdewambûn. Di van êrişên xwe de hemî pîvanên mirovî û huqûqî binpê dike. Dewleta Tirk bi giştî binesazîya Rojava û cihên jiyanê (depoyên avê, santralên elektrîkê, depo û bîrên petrolê, depoyên gazê, depoyên genim, kargehên ard û firin, kargeh, nexweşxane û cihên dî yê wekî wan) hedef digre. Civîn êrişên dewleta Tirk bi tundî şermezar û mehkum dike. Gorî huqûqa navneteweyî ev êrişên dewleta Tirk, sucên şerin û sucên dijî mirovatîyê ne. Em vê rewşê ji nêz ve dişopînin û emê sûcên dewleta Tirk bibin dadgehên navneteweyî. Civîn, biryara pêkanîna trîbûnalek (mahkemeyek sivîl) navneteweyî li ser kiryarên dewleta Tirk yên li Rojavayê Kurdistanê, weke karekî sereke yê vê demê dibîne û cihê xwe di nava vê xebatê de digire.

Li Efrînê êrişên li ser gelê me û palnê guhertina demografîya Efrînê berdewamin. Niştecihên Efrînê heta 6 sal pêş niha, hema hema bi temamî Kurdbûn. Lê piştî dagirkirina dewleta Tirk, pranîya Kurdan ji Efrînê hatine derxistin û yên mayî jî di bin zexteke mezin de ne. Piştî dagîrkirinê, Efrîn teslîmê çeteyan hate kirin, bi zor û zordarî dest danîn ser mal û milkên Kurdan, gelek Ereb û Tirkmen anîn Efrînê, demografî hate guhertin. Ev kiryarên dewleta Tirk û hevkarên wê berdewamin. Heman tişt li Serêkanîyê û deverên dî yên dagirkirî de jî pêkanîn. Divê hemî Kurdistanî vê rewşê weke rewşeke taybet bi dest bigrin, li hember êrişan rawestin û van deveran azad bikin.

Li hember van plan û êrişan, pêwîste Rojava û hemî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrîyê bêne parastin û divê sîwaneke navneteweyî ya parastinê ji Rojava re bê avakirin. Ji bo pêşîgirtina êrişên dewleta Tirk, li hember hemî êriş û destwerdanên dijminane, ji bo Rojava bibe herêmeke ewle (aram) (no fly zone), pêwîstî bi xebatek berfireh û teybet heye. Her wiha divê hêzên dewleta Tirk ji hemî axa Rojava bêne derxistin, koçber bizivirin cih û warên xwe û li ser sînor di bin sîwana Neteweyên Yekbûyî de hêzeke navteweyî bête cihkirin. Ev mijar di hemî hevdîtinên dîplomatîk de xwestekeke me ya sereke ye.

3-Êriş, tehdît û destwerdanên Turkiye û Îranê yên li ser Başûrê Kurdistanê zêdebûne û berdewamin. Ger em weke Kurd di nav mala xwe de yekrêz nebin, statûya federal û gelek deskeftên me dikarin têkbiçin. Erişên dewleta Tirk û Îranê yên hevkarên wan, ewlekarîya herêmê têxin di bin xeterîyeke mezin de. Li gelek deveran demografîya herêmê tê guhertin. Divê hemî hêzên Kurdistanî, nakokîyên di nav xwe de bidin alîyekî û ji bo parastina deskevtên Kurdistanê bi hevre tevbigerin.

Qeyrana aborî û nedana mûçeyan jî, li Herêma Kurdistanê berdewame. Wa lê hatîye ku mehê çend caran weftên Herêmê diçin Bexdayê û tinê li ser pirsa mûçeyan disekinin. Ev polîtîqayek dagirkerane ku Kurdan bi birçîbûnê ceza dikin û bi vî rengî dixwazin wan bi xwe ve girêbidin.

Li herêmê pirsgirêkên siyasî û îdarî jî berdewamin. Piştî du sal li ser wextê hilbijartinan de derbazbûyî, hilbijartina Parlamentoyê pêkhat. Çiqas dereng be jî pêkanîna hilbijartinan giringe. Heta niha encamên fermî nehatine ragihandin û lê encam diyarin. Kurdistan û herêma Rojhilata Navîn di demeke aloz û giring de derbazdibi. Di zûtirin demê de kombûna parlamentoyê û avakirina hukumet û dem û dezgehan gelek giringe. Civîn di vê demê de pêkanîna hilbijartinan giring dibîne û ji hemî terefan daxwaz dike ku demeke zûtir de hukumetekî demokratîk avabikin û li ser çareserîya pirs û pirsgirêkan raweste.

4-Eve ji 40 salan zêdetire Komara Islamî ya Îranê, serî de mafên jinan û mafên demokratîk yên hemî gelên Îranê, binpê dike û kesên muxalîf serkut dike. Îran serî de jibo jinan û jibo hemî gelên Îranê bûye zîndaneke vekirî. Gelên Îranê, ne rehetin, ne razî ne û daxwaza azadî û welateke demokratîk dikin. Civîn, taleb û xwestinên gel yên azadî û avakirina welatekî demokratîk, heq û meşrû dibîne, piştgirî dide xwenîşanderan û hemî çalakvanan. Her wiha civîn, êrişên rejîma Îranê yên li ser xwenîşanderan û îdamkirina çalakvanan şermezar û mehkum dike.

Di zîndanên Îranê de rewşa girtîyên siyasî hingî diçi girantir dibi û zext û çewisandin li ser girtîyan zêdetir dibi. Ji ber van zext û çewisandinan, girtîyên siyasî, bertek nîşan didin û dem dem dikevin grevên birçîbûnê. Niha jî grevên birçîbûnê hene. Civîn xwestin û çalakîyên girtîyan heq û meşru dibîne û destek diki û bang li rayedarên Îranê diki ku ji dev zulm û zordarî û bê huqûqîyê berdin.

Gorî peymana di navbera Iraq û Îranê, ji meha nehan (Îlon) ya 2023’yan pêve, hêz û partîyên Rojhiltê Kurdistanê yên li Başûr dimînin, bi piranî hatin bê çek kirin û li qempan hatin bilavkirin. Îran rewşa wana ji nêz ve di şopîne û daxwaza radestkirina hinek berpirsyaran jî dike. Ev rewş hingî diçi xeternaktir dibi û zextên li ser partîyan zêdetir dibin. Di heman demê de Îran polîtîka xwe ya darvekirinê jî berdewam dike û girtîya îdam dike. Her wiha bi vê ve girêdayî êrişên li ser kolberên Kurd jî zêdekirine û rojane kolber têne qetilkirin. Ev rewşeke giran û xeternake û divê neyête qebûlkirin.

Civîn bang li hemî hizb û rêxistinên siyasî yên Kurdistanî dike ku demeke zûtir enîyekî (bereyekî) di nav xwe de pêkbînin û li hember zext û êrişan tevbigerîn.

Her wiha civîn, bang li hêzên cihana demokratîk dike ku gelên Îranê tenê nehêlên û li hember despotan çalakvanan destek bikin.

5-Peywendîyên bi hêzên dagirker re hesasin û divê ev peywendî bi taktîk bin û gorî berjewendîyên gelê Kurd bin. Nabi li dijî hîç hêzeke Kurdistanî bi dagirkeran re hevkarî bête kirin. Civîn, dijî hêzekî Kurd an parçeyekî Kurdistanê, hevkarîya bi dagirkeran re xeta sor dibîne û mehkum dike.

6-Şerê eve salekî zêdetire ku li Filistînê berdewame niha derbazê Lubnanê bûye û car caran jî derbazê Sûrîye, Yemen û Îranê dibi. Ev şer hingî diçi fireh dibi û ber bi şerekî cihanî ve diçi. Ji xwe gelek hêz vê rewşê weke şerê Cihanê yê sêyem nav dikin. Dagirkerên Kurdistanê her yek bi awayekî terefê vî şerî ne. Yanî şer hingî diçi ber bi Kurdistanê ve jî tê. Di vê rewşê de yekrêzîya nav mala Kurd, yekîtîya neteweyî gelek giringe. Ji ber vê rewşê û biryarên dema pêş yên vî warî de, rojevek sereke jî pêkanîna Konferansa Şêwira Neteweyî bû. Salek pêş niha di Konferansa Lozanê de jî ev mijar hate nîqaşkirin û li ser komkirina konferansekî vî rengî biryar hate standin. Ev biryar ji wê demê ve di rojeva me de ye. Mixabin heta niha me nekarîye vê konferansê kombikin. Jibo amadekarîyên vê konferansê, civînê birayar da ku pêşîyê şêwîrên parçeyan bêne çêkirin û bi wî rengî konferansa giştî bête çêkirin. Li ser vê civînê biryar da ku li ser vê mijarê rêze hevdîtîn bi hemî partî û sazîyên Kurdistanî re bêne çêkirin û di demeke kurt de şêwîrên parçeyan bêne çêkirin û komîteya amadekar ya konferansê bête avakirin.

7-Piştî 43 mehan, birazîyê Birêz Ocalan çû girava Îmralîyê û ji Birêz Ocalan agahîyek anî. Lê nayê wê wateyê ku tecrîd rabîye. Ji xwe Birêz Ocalan bi xwe dibêji tecrîd berdewame. Rakirina tecrîdê tinê têrê naki, divê Birêz Ocalan bête azadkirin. Jiber vê divê çalakî û kampanyayên azadîyê bêne xurtkirin. Civîn Kampaya “Ji Birêz Abdullah Ocalan re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” destek dike û bang li hemî Kurdistanîyan û dostên Kurdan dikin ku tevlî vê kampanyayê bibin û vê kampayayê xurtir bikin.

Di çerçoveya vê kampanyê de di roja 16.11.2024’an de, li Elmanya li bajarê Kolnê, meş û mitîngek mezin pêktê. Civîn bang li hemî Kurd û dostên Kurdan diki ku tevlî vê meş û mitîngê bibin û kampanya azadîyê xurt bikin.

8-Em weke Komîte, bang li hemû partî û rêxistinên siyasî yên Kurdistanî dikin ku tevlî Komîteya Dîplomasîya Hevbeş ya Partî û Rêxistinên Siyasî yên Kurdistanî bibin û em bi hev re karên diplomasîyê bikin.

Piştî nirxandinên rewşa siyasî, li ser xebatên di asta navneteweyî de heta niha pêkhatî, agahdarî hatin dayîn û xebat bi giştî hatin nirxandin. Piştî van nîqaşan, li ser plansazîya dema pêş pêşniyar hatin girtin û plansazîyek ji bo dema pêş hate çêkirin.

Kurdistan yek welate, gelê Kurd xwedî mafê çarenûs e!

Jin, Jiyan, Azadî!”

Show More
Back to top button