Werîşe Mûradî dawî li greva xwe ya birçîbûnê anî

KJAR’ê ragihand ku endama wan Werîşe Mûradî dawî li gireva xwe ya birçîbûnê aniye.

19 roj bûn Endama Komeleya Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Werîşe Mûradî li girtîgeha Evînê de, li dijî kiryar û zextên rejîma Îranê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem kiribû.

Komeleya Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) di malpera xwe ya fermî de derbarê greva birçîbûnê ya Werîşe Mûradî de daxuyaniyek parvekir.

KJAR’ê ragihand ku Werîşe Mûradî ku 19 roj bûn di greva birçîbûnê de bû, dawî li greva xwe aniye.

Li gorî daxuyaniyê Werîşe Mûradî li ser daxwaza KJAR û çalakvanan dawî li greva xwe ya birçîbûnê aniye.

Hêjayî gotinê ye KJAR’ê di 26’ê Îlona 2023’yan de ragihandibû ku roja 1’ê Tebaxa 2023’yan endama wan Werîşe Muradî bi nasnav Ciwana Sine li bajarê Sine ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatiye revandin. Werîşe Mûradî piştî binçavkirinê 2 hefteyan hate girtin û niha li Girtîgeha Evînê tê girtin û bi hinceta “endambûna rêxistinê” tê darizandin.

Show More
Back to top button