‘Eger Yasaya Rewşa Kesî were erêkirin jî emê giliyê Dadgeha Federal bikin’
Parlamentoya Iraqê îro proje yasayên sererastkirina Yasaya Rewşa Kesî, sererastkirina Yasaya Efûya Giştî û sereraskirina Yasaya Vegerandina Mal û Milk ji Xwediyên Wan re xistin dengdanê.

Proje yasaya Sererastkirina Yasaya Rewşa Kesî li ser daxwaza aliyên Şîe têkildarî mijara zewac, mafên jin û mêr ji bo sererastkirina wê pêşkeşî Parlamentoya Iraqê hate kirin. Lê ji ber ku di pêşniyara ji bo sererastkirina vê yasayê de ji aliyê Şîeyan ve hatiye kirin wê bibe sedem ku jin gelek mafên xwe yên dayiktiyê ji dest bide û bikeve ser mezheb û daxwaza mêr, li rastî bertekên tund yên jinan hat. Çalakvanên mafên jinan li her dera Iraq û Herêma Kurdistanê li dijî sererastkirina Yasaya Rewşa Kesî ya Iraqê çalakiyên nerazîbûnê lidar dixin.
Di vê derbarê de jinên Başûrê Kurdistanê nêrînên xwe li ser xeteriya sererastkirina Yasaya Rewşa Kesî ya Iraqê li gor daxwaza aliyên Şîe ji ajansa me re nirxandin.
Parêzer û parlamentera berê ya Parlamentoya Iraqê Rêzan Şêx Dilêr derbarê mijarê de wiha got; “Proje Yasaya Rewşa Kesî ya Iraqe pêşkeşî parlamentoyê hat kirin û me jinan jî bi awayek cidî kar kir ku ev proje yasa bi tu awayî neyê sererastkirin an jî guhertin. Li gorî yasayê, tişta dilxweş dike ewe ku aliyên siyasî yên ku li ser proje yasayan lihev kirine, ji bo dengdanê hîn lihev nekirin. Tişta ku bi Yasaya Rewşa Kesî ve girêdayî ye, divê bi lihevkirinê dengdan li ser neyê kirin. Ji ber ku ev yek dê zerereke mezin bide civakê.”
Rêzan Şêx Dilêr got; “Hewldan û têkoşîna me hemû ji bo wê yekê ye ku pêşniyara sererastkirina Yasaya Rewşa Kesî ya Iraqê bi dengdanê neyê erêkirin. Lê eger di dengdanê de derbaz bibe û were pejirandin jî rêyên din yên nîşandana helwestan hene. Berê jî gelek caran hewla sererastkirina vê yasayê hatiye dayîn lê li Dadgeha Federal ya Iraqê hatiye redkirin. Eger vê carê di dengdanê de were qebûlkirin, bila her kes bawer bike ku emê li Dadgeha Federal gilî bikin. Piştre jî pêwîste em hemû bi awayek wisa bixebitîn û têbikoşin ku dema were ya Parlamentoya Iraqê yasayek nû derbixe daku ev yasaye were redkirin.”
Her wisa Çalakvana Mafên Jinan û Parêzar Razaw Gulî jî derbarê mijarê de nêrînên xwe bi van gotinan ji ajansa me re parve kir; “Ji ber pêşniyara sererastkirina vê yasayê, metirsiyeke mezin ketiye ser me jinan. Lê hîn jî em bi hêvî ne ku aliyên Şîe û Sunnî li ser dengdanê lihev nekin û ev yasaya di dengana Parlamentoya Iraqê de neyê qebûlkirin. Mixabin her çiqas Kurd jî bûne beşek yê vê mijar, Kurd, Sunnî û Şîeyan sê mijar xistine bernameya karê parlamentoyê jî û her sê mijar jî ji bo Kurdan gelek metirsîdarin. Aliyê Şîe di aliyê jiyana kesî, jiyaan malbatê metirsiyeke mezin di li ser hemû civakê çêdike, aliyên Sunnî jî hatine nav vê mijarê ji bo hişmendiya Beesiyan û DAIŞ’ê vegerînin nav civakê. Lewra em dikarin bi kurtî bêjin ku ev her sê mijarên ku wê bikevin dengdana parlamentoyê ji civakê re gelek metirsîdarin. Ji ber vê yekê jî em hêvî dikin ku weke rûniştinên din yên parlamentoyê ev rûniştina dengdanê jî were paşxistin û dengdan li ser neyê kirin.”
Razaw Gulî di dawiyê de got; “Me bernameyek heye ku têkoşîna xwe ya li dijî vê sererastkirinê bidomînîn. Di raporên navnetewî de emê balê bikişînin ser mijarê, emê konsolxane, balyozxane, YE’yê û wkd. jê agahdar bikin. Ji ber ku ev mijare binpêkirineke ji bo mafên hemû mirovane û bi taybet jî metirsiyeke mezine ji bo jinan û zarokan.”