Serokê nû yê Partiya Siyade diyar bû
Piştî ku Xemîs Xencer ji aliyê Lîjneya Lêpirsîn û Dadperweriyê ve hate vexwendin, ji wezîfeya serokatiya Partiya Siyade îstîfa kir. Hate zanîn ku Elî Seyfedîn bûye Emîndarê Giştî yê Partiya Siyade.
Duh Partiya Siyade ji Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan ya Iraqê re nivîsek şand. Di nivîsê de hate hatiye diyarkirin ku Xemîs Xencer piştî ji aliyê Lîjneya Lêpirsîn û Dadwerpiyê ve hate vexwendin, ji wezîfeya xwe ya serokatiya Partiya Siyade îstîfa kiriye.
Li gorî medya Iraqê, piştî Xemîs Xencer îstifa kir, Elî Seyfedîn weke Emîndarê Giştî yê Hizba Siyade hatiye diyarkirin û komsiyonê jî ev yek pejirandiye.
Hêjayî gotinê ye Elî Seyfedîn destpêkê Sekreterê Giştî yê Partiya Siyade bû.