Ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan hate kirin

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina bi muwekîlê xwe Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serî li Serdozgeriya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F’yê ya Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di bin tecrîdek giran de tê ragirtin, serlêdana hevdîtinek nû kirin.

Ji parêzerên Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez, Cengîz Yureklî, Suzan Akîpa û Emran Emekçî ji bo hevdîtina bi miwekîlê xwe Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Di heman demê de parêzeran ji bo hevdîtina bi girtiyên din ên li Îmraliyê tên ragirtin Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî serî li serdozgerî û midûriyeta girtîgehê dan.

Hêjayî gotinêye ku piraniya serlêdanên ji bo hevdîtina Rêber Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş nayên bersivandin. Hevdîtin, her 6 mehan carekê ji hêla Dadgeriya Înfazê ya Bursayê ve bi hinceta “cezayê disiplînê” tên astengkirin.

Show More
Back to top button