Şerê li Xezayê didome: Hejmara miriyan 43 hezar derbas kir

Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê ragihand ku di êrîşên Îsraîlê yên ku zêdeyî salekê dewam dikin de, hejmara kesên mirine ji 43 hezarî derbas kiriye.

Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê ya li Xezeyê diyar kir ku ji dema şerê li hemberî Îsraîlê destpê kirî û vir ve, hejmara kesên li Fîlîstînê mirine, ji 43 hezar û 20’ê derbas kir.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku, di nava 48 saetan de herî kêm 96 kes mirine û hat ragihandin ku ji 7’ê Cotmeha 2023’yan dema şer destpê kirî û vir ve, li Xezeyê 101 hezar û 110 kes birîndar bûne.

Show More
Back to top button