Ji kampên Hewlêrê zêdetirî 760 koçber vegeriyan ser cih û warên xwe
767 koçberên din ji Kampa Behirkê ya li sînorê parêzgeha Hewlêrê vegerîn ser cih û warên xwe yên dikevin sînorê parêzgeha Nînovayê.
Wezareta Koç û Koçberan ya Iraqê derbarê vegerîna koçberên ji Kampa Behirkê ya sînorê parêzgeha Hewlêrê bo ser cih û warên xwe yên li sînorê parêzgeha Nînovayê daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku di çarçoveya hewl û xebatên Hikûmeta Iraqê yên ji bo vegerandina koçberan ji kampan bo ser cih û warên wan û valakirina kampên koçberên navxweyî; îro ji 767 koçberên din ji kampên Behirkê yên Xazir, Hesen Şam, U-2 û U-3 ku dikevin ser parêzgeha Hewlêrê vegerîn ser warên xwe ku dikevin sînorê parêzgeha Nînovayê.
Her wisa di daxuyaniyê de hate gotin ku alîkariya pêdiviyên lezgîn yên jiyanî ji koçberên vegeriyane ser cih û warên xwe re hatiye kirin û wezaretê ferman daye xebatên qeydkirina navên koçberên ku dixwazin vegerin bênavber bidomînin.