Dayîka şehîdê YBŞ’ê: Dilê me bişewite jî, em bi şehîdên xwe naşikin!

Ji bo şehîdên YBŞ’ê yên di êrişên dewleta Tirk a dagirker de şehîdbûyîn çend rojin li Şengalê konên sersaxiyê hatine vedan. Li mala şîna şehîd Ezîz Xeyro dayîk û jinên Êzidî hêrseke mezin serwere. Dayîk û xizmên şehîd bi vê peyamê dilsoziya xwe ya bi şehîdan re eşkere kirin: “Xwedê mala Erdogan wêran bike. Dilê me bi şehîdên me bişewite jî, em ti carî bi şehîdan naşikinin. Emê li ser rêya zarokên xwe û hevalên wan bin.”

Balafirên şer û bêmirov yên dewleta Tirk a dagirker şevên 24-25’ê Cotmehê êrişeke berfireh li dijî hemû herêmên Şengalê dan destpêkirin. Êriş li dijî baregehên YBŞ’ê û malên welatiyan çêbûbû. Di encama êrişên li dijî Barê, Qendîla taxa Hey Nasir a navenda Şengalê, gundê Heyalê de 6 şervanên YBŞ’ê şehîd bûbûn, jinek û zarokek keç jî birîndar bûbûn.

Li herêma Ereban a Şengalê, Tilizêr û li Şengalê konê sersaxiyê ji bo şehîdan hatiye vedan. Îro xêra şehîdan hate dayîn.

Li konê şehîd Ezîz Xeyro û Selah Hesen Emer ku weke Dilbirîn jî tê nasîn dayîk şîna wî kirin û bihêrsbûn. Malbatên şehîdan li gorî çanda Êzdayetiyê şîna xwe kirin, bi sedan jin serdana konê sersaxiyê kirin û ji aliyê dayîk û xizmên şehîd ve hatin pêşwazîkirin.

Hemû meclisên gel û meclisên TAJÊ serdana konê şehîd kirin û hevxemiya xwe parvekirin. Hevseroka Meclisa Gel a Şengalê Dayê Emşê Korkorkî ji konê şînê nerazîbûn nîşana bêdengiya Iraqê da û got: “Iraq eger ne hevkarê van êrişên dewleta Tirk ba dê heya niha helwestek nîşan bida. Iraq ne dûrî dewleta Tirk e û destekê didiyê.”

 

Emşê Merwan a xizmê şehîd Ezîz Xeyro ye li konê şînê êrişê şermezar kir û wiha axivî: “Em bi şehîdên xwe serbilindin. Raste em bi şehîdan di êşin û dilê me dişewite, lê em bi şehîdên xwe naşikin. Em hêza xwe ji şehîdên xwe digirin. Kîna dijmin ketiye dile me de, emê serî ji dijmin re ne deynin. Heya em saxbin, emê pey şopa van şehîdan Ezîz, Umran û Selah bin. Hemû zarokên Êzidxanê bûn. Kurê tiyê min bû û herdu zarokên tiyê min wan bûn. Dewleta Tirk çi ji me dixwaze? Dixwaze tiştê ku DAIŞ temam nekirî ew temam bikin. Dixwazin Êzidiyan ji kokê rakin. Lê em her hebûne û emê her hebin jî. Em dibêjin, şehîd namirin.”

 

Dayîka Şehîd Ezîz dayê Gulê Xelef jî li konê şînê û li ber wêneyê kurê xwe yê şehîd wiha ji kamerayan re axivî: “Xwedê heqê me ji Tirkiye bistîne û mala wan wêran bike. Em bi şehîdên xwe naşikin. Em pê dişewitin, lê pê naşikin. Emê ti carî terka wan nedin û heta dawiyê li gel wan bin. Xwedê mala Erdogan û Tirkiyeyê mîrat bike. Şehîd şehîdên me ne, emê her li pey şopa Ezîz û hevalên wî bin. Em şehîdên xwe naşikînin û bi wan serbilindin.”

 

Li mala şehîd Selah Hesen Emer, bi nasnav Dilgeş Şengalî jî konê sersaxiyê hate vedan û ji hemû deverên Şengalê serdan çêbûn. Li konên sersaxiyê xêra şehîdan hate dayîn.

Ji bo Şehîd Ûmran Ehmed Qasim Qolo bi nasnav Orhan Şengalî jî li taxa Hey Nasir a Şengalê konê sersaxiyê hatibû vedan û îro xêra şehîd hate dayîn.

Şervanê YBŞ’ê Heval Nemir Qasim Elî, bi nasnav Nemir Heliqî di 25’ê Cotmehê de di encama êrişên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker de şehîd ketibû. Ji bo şervanê YBŞ’ê Nemir Heliqî ev 3 rojin li komelgeha Xanesorê ya Şengalê konê şînê hatibû danîn. Di roja sêyemîn de bi beşdariya sedan kesên ji herêmê, sazî û dezgehên rêveberiya Xweser a Şengalê ji bo şehîd xêr hate dayîn.

Li Tilizêrê ji bo şehîd Azad û li herêma Ereban jî ji bo şehîd Rojhat Ereb konê sersaxiyê hatiye vedan.

Show More
Back to top button