Malbata şehîd Azad: Êrişên dijî Şengalê bi hevkariya Iraq û Barzaniyan çêdibe
Malbata şehîd Azad Şengalî û welatiyên Şengalê diyarkirin ewê dijmin kêfxweş nekin, bi şehadetan jî neşikin û gotin: “Em bi şehîdan lewaz nakevin, berovajî kîna me zêdetir dike. Emê nehêlin dijminê me kêfxweş bibe. Em pêşiya her tiştî dewleta Iraqê û Barzaniyan şermezar dikin, ev êriş di encama plana wan a hevpar de çêbûye.”
Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker di 24-25’ê Cotmehê êrişê gelek herêmên Şengalê kir û di encamê de 24’ê mehê şervanek û di 25’ê mehê de jî 5 şervanên YBŞ’ê yên Êzidî şehîd ketin. Piştî xelkê Şengalê şehîdên xwe spartin axê, konê sersaxiyê li Tilizêr, Xanesor, navenda Şengalê û herêma Ereban hate vedan. Konê sersaxiyê yê şehîd Selah, şehîd Ezîz û şehîd Umran îro bi dayîna xêrê bi dawî hatin. Konê sersaxiyê şehîd Azad Şengalî yê xelkê Tilizêrê sibe bi dayîna xêrê bi dawî bibe.
Piştî êrişê li Şengalê hêrsa li dijî dewleta Tirk û Iraqê serwere û gel ji ber şehîdbûna parêzvan û şervanên xwe xemgîne. Dayîkên Êzidî li konên şînê nifrînan li Erdogan û hevkarên wê dibarînin û sondên şopandina rêya zarokên xwe didin.
Malbata şehîd Azad Şengalî jî li gel sonda şopandina rêya şehîdan, hevkariya dewleta Iraqê ya bi dagirkeriya Tirk re û rola wê ya di şehîdxistina şervanên Êzidî de şermezar kirin.
‘Divê em êdî bertek nîşana dewleta Iraqê bidin’
Mamê şehîd Azad Adil Tilizêrî ji xelkê Şengalê xwest êdî li beramber dewleta Iraqê bêdeng nemînin û wiha axivî: “Sersaxiyê ji gelê me û rêxistinê re dixwazin. Divê em êdî ji dewleta Iraqê re bêdeng nemînin. Her roj dibêje, Şengal dibin hîmaya min de ye, lê weke 2014’an pişta xwe dide Şengalê, ezmanê xwe ji balafirên dewleta Tirk re vedike. Ev jî dide nîşandan ku êdî Êzidî ne girêdayî dewleta Iraqê ne. Divê gelê me helwest nîşana vê bêdengiya Iraqê bide. Tevî ku çend roj li ser êrişan re derbasbûye jî heya niha dengek ji berpirsên Iraqê derneketiye. Ne bertek nîşana dewleta Tirk daye ne jî sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestiye. Êdî ti wateyeke gotina, ‘Pêşeroja me dewleta Iraqe, wê Iraq me biparêze’ nîne.”
‘Dijmin wê bi çavê xwe nebîne em lewaz ketine’
Adil Tilizêrî wiha axaftina xwe domand: “Di van êrişên dawiyê de 5 ciwanên Êzidî û yek miletê me yê Ereb şehîd bûn. Em sersaxî ji malbatên wan re jî dixwazin. Şehîd namirin, heya dawiyê emê vê têkoşîna xwe dewam bikin û dest ji doza xwe û axa xwe bernedin. Emê bixwe gelê xwe û axa xwe biparêzin. Em bi şahadetekî lewaz nakevin. Bila kes wisa nefikire wê Şengal bi şehadetan lewaz bikeve, dest ji têkoşîn û axa xwe berde. Dijmin wê ev tişt bi çavê xwe nebîne.”
‘Iraq destûra van êrişan dide’
Pismamê şehîd Azad Şêx Hisên jî ji ajansa me re axivî û wiha bertek nîşana dewleta Iraqê da: “Hemû xelkê me yê Êzidî bi van êrişên vê dawiyê çêbûne dilgiranin. Ma 1968’ê PKK li vir bû, dihatin li vir dixistin? Ew û hevkarên xwe, dijminahiya Êzidiyan dikin. Giliya me li Iraqê ye ku li beramber van êrişan bêdenge û destûrê dide bên li ser axa wê êrişan pêkbînin. Em sersaxî ji malbatên şehîdên YBŞ’ê re dixwazin û dilgiranin bi van êrişan. Em ji Erdogan natirsin û ti hesabek jî ji bo wî nakin. Eybe jêre bi balafiran êriş dike, dixwaze bila sing bi sing were Şengalê! Hemû karê wî derewin. Em dewleta Iraqê şermezar dikin ku destûrê dide dewleta Tirk were li ser axa wî li xelkê wî bixe.”
‘Bi tifaqa Iraq û Barzaniyan êrişên dijî Şengalê pêktên’
Şêx Hisên Iraq û malbata Barzanî şermezar kir û wiha pê de çû: “Ev êriş di encama tifaqa dewleta Iraq, malbata Barzanî û Tirkiyeyê de çêbûne. Ne bi plana wan ba nedihatin Iraqê û li Iraqê jî nedixistin. Em Iraqê û malbata Barzanî şermezar dikin. Ev zarokên me ji 2014’an ve hatine perwerdekirin ji bo Êzidiyan ji fermanê biparêzin. Tawisê Melek, tufana Erdogan û silteya wî bîne. Hol hola Tawisê Meleke.”
Hêjayî gotinêye ku wê sibe bi dayîna xêra şehîd Azad Şengalî, konê sersaxiyê bi dawî bibe.